Kûtîaviyên Spêle

Kûtîaviyên Spêle

Kûtîaviyên Spêle

Ji ronahî û tirêjên rojê dûr û di kûrahiya okyanûsê de kûtîavî/semasiyên spêle dijîn, dîtina kûtîaviyên spêle pirr zehmet e, xwediyê çavên zelûl in, lebatê zayendiyê ku şûn de vedikêşe, li ser serê wî ye û perikên wî jî ne weke perikên masiyên din e, lewre bi baskên piçûk e, ji îzdeharan pîrtir in, lêbelê zêde agahiyên derbarê kûtîaviyê spêle de tune ye.

Kûtîaviyên spêle an jî masiyên bixirpik ji malbata kûtîaviyan e, lê 300 mîlyon sal berê ji ezbeta xwe veqetiyane. Lêkolînerên ji Enstitûya Lêkolînê Monterey Bay ya li Kalîforniyayê ye cara pêşin e ku biserketin vîdyoyeke kûtîaviyê spêle tomar bikin.

Kûtîaviyên spêle bi pirranî li derûdora Zelandaya Nû û Awistralyayê tê dîtin, zanyar dîtina kûtîaviyê spêle ya li peravên Kalîforniya û Hawaiyê balkêş û ecêb dibînin.

Pisporê kûtîaviyan Dave Elbert ji National Geographicê re wiha dibêje; “Kesên tomarkirina kûtîaviya spêle pêk anîne, kesên jeolog bûn û armanca jeologan jî ne dîtina kûtîaviyê spêle bû. Pirraniya ajalên ku li kûrahiya okyanûsê ne, ajalên nazdar û şermok in, lêbelê her çiqas kûtîaviyê spêle ji ber amûrên lêkolîneran bi ronahiyê re rû bi rû maye jî dûrneketiye û netirsiye. Li derûdora kamerayê re ziviriye û her pozê xwe li lensa kamerayê daye.”

Metîn Eser

Çavkanî: National Geographic / 18.12.2016 

Bersivekê binivîsin