Lêkolînên Kovara Nature yên Derbarê Suricatan de

Lêkolînên Kovara Nature yên Derbarê Suricatan de

Xwediyê reng û rûçikeke pirr xweşik û xwîngerm e, lêbelê ewqas jî ajaleke pirr bixeter û kujer e. Belê, ajala ku me behsa wê kir, ne şêr, ne leopar, ne piling an jî balbalok e û ne jî hespê avî ye, ajala ku me behsa wê kir, di cîhana ajalan de weke ajala herî kujer tê zanîn, ji malbata qûnhejhejokan e û navê wê ajalê jî Meerkat e ku jê re Suricata jî tê gotin. Lêkolînerên kovara Nature serê xwe pê vê meseleyê êşandine û dest bi lêgerîna li ajala herî bixeter û kujer kirine.

Bêguman pirraniya kesên ku li ser vê meseleyê sekinîne, ji xwe xwe re gotibûne ku encama lêkolînê dê teqez şêr, tîmsah an jî babûnê diyar bike, lêbelê ne wisa ye, lîsteya ajalên bixeter û kujer bi navê Meerkat (Suricata) hatiye dagirtin. Komeke biyolog û genetîkzanên Îspanyayî lêkolînên xwe li ser 1000 ajalên cihêreng yên li hember hemcinsê xwe êrîşkar bûne, pêk anîne û di dawiya lêkolîna xwe de danegeheke ku kêmzêde ji 4 mîlyon êrîşên bi mirin yên li hember hemcinsê xwe berhevkirine. Ji daneyên berhevkirî hate dîtin ku ji 5 suricatayên mirî 1 ji ber êrîşa hemcinsê xwe miriye.

Dema xwarina Suricatayê kêm dibe an jî bêxwarin dimîne, êrîşê çêlikê xwe dike û çêlika xwe dikujîne. Suricatayên avisbûyî çêlikên Suricatayên ji xwe piçûk dikujin daku ji çêlikên xwe re şûn çêbikin. Lîsteya êrîşên bixeter û mirin yên li hember hemcinsê xwe bi suricatayê destpê dike, lewre suricata ji sedî-bîst êrîşên bi mirin ku li hember hemcinsê xwe pêkhatiye, di rêza pêşin de ye. Çend heb cureyên meymûnan li pey şopa suricatayê ye û bi dû meymûnan jî şêrê avî/deryayî tê.

Di lîsteyê de rêza 32an bûye para mirovahiyê. Li gorî zanyaran ji 50 mirovan, bi navê xwe yê latînî Homo Sapiens, 1 ji ber êrîşên li hember hemcinsê xwe hatine kuştin. Di serdema navîn de ji 10 kesî 1 ji ber êrîşên li hember hemcinsê xwe hatine kuştin. Di serdema me ya nûjen de ku bi hêzên ewlekariyê, girtîgeh, dad-dadgeh û qanûn tê birêvebirin, ji 10.000 kesî 1 ji ber êrîşên li hember hemcinsê têne kuştin.

Metîn Eser

Çavkanî: Nature, Washington Post

Bersivekê binivîsin