Lêkolînên Li Ser Nêçîra Mişkan

Lêkolînên Li Ser Nêçîra Mişkan

Lêkolînên Li Ser Nêçîra Mişkan

Zanyarên ji Zanîngeha Yale ya li Amerîkayê ye û zanîngeheke pirr binav û deng e, di lêkolîna xwe ya li ser mêjiyê mişkan de vedîtina hin beşên nehênî pêk anîn ku beşên nehênî dema mişk, girtin û kuştina nêçîra xwe pêk dihîne, çalak dibin. Piştî çalakkirina beşên nehênî yên ku bi lazerê pêk dihat, hatiye dîtin ku rewşa mişkên piçûk veguherîneke mezin derbaz kirine, lewre ji mişkên piçûk yên bêxeter, mişkên hov û kujer derketibû holê. Lêkolîner ji bo pêkanîna lêkolîna xwe serî li beşa zanisteke nû ya bi navê optogenetîkayê dane, optogenetîka teknîkek e ku bi tirûskeyên/sînyalên lazerê manîpûlasyona tûreyan pêk tê.

Dema sînyalên lazerê vemirî bûne, mişkên piçûk di qefesê hêdî hêdî dimeşiyan û bê zerar û ziyan bûne. Lêbelê dema bi sînyalên lazerê çalakkirina beşên nehênî pêk dihat, mişkên piçûk bi veguherîneke mezin dibûn mişkên bixeter û kujer; êrîş dibirin ser sîsirkan û serjê dikirin, leyîstokên plastîk gez dikirin û perçe perçe dikirin.

Zanyar Îvan de Araujo wiha dibêje; “Helbet mebesta me bi vê lêkolînê ne peydakirina mişkên cenawir e, berevajiya wê, em dixwazin bizanin ka bandora mêjiyê mişkan çiqas li ser lemlateya mişkan heye û çawa birêve dibe. Girtin û kuştina nêçîrê nimûneyeke klasîk e ku em pê derdixînin ka tevger û livîna lebatên cihêreng bi çi awayî û çiqas bi hev re girêdayî ne. Eger em bikaribin bibînin ka kîjan beşên mêjiyê mişkan lemlateya rûyê mişkan birêve dibin, dê bi demê re dermankirina kesên ku nikarin bicûn û daqurtînin pêk bihîne.” Tiştê balkêş û seyr ev e ku piştî çalakkirina beşên nehênî, mişk êrîşê hev û din nedikirin û dîsa serê xwe bi girtina nêçîrên mezin nediêşandin. Mişkên ku pirr birçî hiştî, yên herî har û hov bûn û di girtina nêçîra xwe de yên herî serkeftî bûn.

Metîn Eser

Çavkanî: Kovara Cell / 14.01.2017

Bersivekê binivîsin