Lêkolînên Li Ser Nexweşiya Şekirmizê

Lêkolînên Li Ser Nexweşiya Şekirmizê

Lêkolînên Li Ser Nexweşiya Şekirmizê

Li gorî lêkolîna zanyarên ji Enstitûya Karolinskayê ya li Swêdê ye, rîska bi nexweşiya şekirmizê/diyabetê nexweş ketin ji kesên her roj du vexwarinên şîrîn-şekir lê hatine zêdekirin (vexwarinên şekir û asîd tê de hene) vedixwin li gorî kesên hema bêje qet vexwarinên şîrîn venaxwin, zêdetir e û rîska vexwarinên “light” jî bi qasî vexwarinên şîrîn yên ne light e.

Komeke zanyarên ji enstitûyê lêkolîn û xebatên xwe li ser 2.874 kesên bi dil daxwaza xwe beşdarî lêkolînê bûne û her roj 200 mîlîlître vexwarineke şîrîn vexwarine, pêk anîne. Rîska 2.874 kesên her roj 200 mîlîlître vexwarineke şîrîn vexwarine li gorî kesên qet vexwarineke şîrîn venexwarine du caran zêdetir bûye û rîska kesên her roj ji vexwarineke şîrîn 5 piyale vexwarî bûne,li gorî kesên qet vexwarineke şîrîn venexwarî bûne 10,5 caran zêdetir bûye.

Dîsa li gorî zanyarên ji enstitûyê rîska mirovên gihîştî bi nexweşiya “auto-immune diabetes” ku cureyeke din ya şekirmizê ye û nexweşiyeke nependî ye, nexweş ketin, zêde dibe. Taybetmendiya auto-immune diabetes weke taybetmendiya cureyên din yên nexweşiya şekirmizê ye lêbelê taybetmendiya herî girîng ya vê nexweşiyê ew e ku vexwarina vexwarinên light û baldariya li ser tiştê tê xwarin û pilpîlîn ango tevgera hemû laş û bedena mirovî jî bandora nexweşiya auto-immune diabetesê nake. Zanyar û rêvebira lêkolînê Josefin Edwall Lofvenborg wiha berdewam dike: “Em ê xebatên xwe berdewam bikin û li ser daxistina rîskê xebatên pêk bînin, weke mînak gelo bi xwarina masiyê daxistina rîskê pêkan e an na? û em ê analîzên ji 8 welatên din berhev bikin û analîzên xwe pêk bînin”.

Metîn Eser

Çavkanî: Belga / 24.10.2016

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.