Lêkolînên Zanyarên Swîsreyî yên li ser Meymûnan

Lêkolînên Zanyarên Swîsreyî yên li ser Meymûnan

Zanyarên Swîsreyî di lêkolîna xwe de ya li ser meymûnên ku nedikaribûn bimeşin, biserketin. Marîpişta meymûnên nexweşketî bi rûçerxekî (interface) hatine xemilandin ku tûreyên bixesar yên li ser marîpişta meymûnan bi alîkariya wê rûçerxê dihatin destnîşankirin û bêkablo gihandina sînyalên ji mêjiyê meymûnê li lebatên wê pêk dianî.

Lêkolînerên li Lozanê lêkolîna xwe li ser du meymûnên dêmsor ku jê re meymûnên rhesus jî tê gotin, pêk anîn. Ji çaqotên her du meymûnan yek ji ber kêmasiyeke li ser marîpiştê, şehitî (felç) bûye. Kêmasiya li ser marîpiştê bi alîkariya rûçerxê tê bêbandor kirin û pêwendiya mêjiyê meymûnê bi çaqotê wê re tê danîn ku meymûn piştî du hefteyan dîsa weke beriya nexweşiyê dikaribûn bimeşin û bibezin.

Gregoire Courtineê ji Enstitûya EPFL wiha dibêje; “Me ji bo meymûnên nexweş rûçerxeke çêkir ku meymûn bi hêsanî bi wê rûçerxê dikarin bilivin, bê astengî û zehmetî dikarin bimeşin û bêyî ku bi amûrên elektronîkî ve girêdayî bibin, dikarin bibezin.”

Tûrenas Jocelyne Blochê ji zanîngeha Lozanê wiha berdewam dike; “Em hêdî hêdî dikarin hin perçeyên ji wê rûçerxê bigirin û li ser mirovên felçbûyî biceribînin.”

Dîsa Gregoire Courtine derbarê mirovên felçbûyî wiha radigihîne; “Me ceribandina rûçerxa ku li marîpişta meymûnan zêdekiribû, li ser mirovekî felçbûyî jî pêk anî. Hin astengiyên piçûk hene ku divê werin çareserkirin, ji bo çareserkirina astengeyîn piçûk pêdiviya me bi çend salan heye daku em bi dilfirehî bikaribin li ser mirovên felçbûyî pêk bînin.”

Metîn Eser

Çavkanî: Nature / 19.11.2016 

Bersivekê binivîsin