Li Behra Spî Xezîneyek Hate Dîtin

Li Behra Spî Xezîneyek Hate Dîtin

Li Behra Spî Xezîneyek Hate Dîtin

Ajneberên Îsraîlî li Behra Spî xezîneyeke pirr balkêş ya bi zîvên antîk û peykerên tûncî tije kirî, vedîtin. Wisa tê guman kirin ku xezîne ji dema Romayê ye ku di gemiyeke bazirganiyê ya 1600 sal berê noqbûyî ye. Rayedarên Îsraîlî destnîşan dikin ku di 30 salên dawîn de vedîtineke bi qasî vê vedîtina mezin û giranbuha nehatiye dîtin.

Xezîne ji aliyê ajneberên Îsraîlî li keştîgeha bajarê Caesarea Marîtmayê ku bajareke pirr kevn e, hate vedîtin. Bi qasî saleke berê jî li wê keştîgehê xezîneyeke bi 2000 pereyên zêrînî hatibû vedîtin ku di warê şûnwarnasiyê de bûbû sebeba coşiyeke mezin. Ajneberên Îsraîlî ku wê gavê ji bo mijûlbûnê ajneberiyê dikin, xezîneya giranbuha radestî rayedarên Îsraîlî dikin û rayedarên dewleta Îsraîlî jî ajneber bi xelatekê pîroz dikin. Di binê behrê de lenger û bermahiyên gemiyê jî hate dîtin. Hin peykerên vedîtî yên weke Xwedawendê rojê ‘Sol’, Xwedawenda heyvê ‘Lûna’ û xulameke Afrîkayî nipûnû ne û hin peykerên din jî ji parçeyên şikestî yên heywanan pêk tên.

Metîn Eser 

Çavkanî: ANP

Bersivekê binivîsin