Li Çolistaneke Perûyê, Geogliefeke Nû ya Nascayî Hate Vedîtin

Li Çolistaneke Perûyê, Geogliefeke Nû ya Nascayî Hate Vedîtin

Li Çolistaneke Perûyê, Geogliefeke (wêneyên li ser axê xêzkirî) Nû ya Nascayî Hate Vedîtin 

Komeke pisporên Japonî li çolistana-Nascayî geogliefeke nû vedîtin. National Geographic diyarkir ku geogliefa heywaneke ku zimanê xwe derxistiye, ji 2.000 salan kevintir e. Heywanê xêzkirî yê 30 metreyan dirêj li zozanên bilind yê Pampa de Majuelo ku li başûr-rojavayê Perûyê ye, hate vedîtin. Pampa de Majuelo 12 kîlometre nêzikî xetên Nascayî ye, ku pirr binav û deng in û herwiha ji aliyê Unescoyê ve di sala 1994an de li lîsteya kelepora cîhanê hatiye zêdekirin.

Ji geogliefa nû, li aliyê milê çepê serê heywaneke ziman derxistî û li aliyê milê rastê jî bedena bi girş (gewde) tê dîtin. Masato Sakai yê ji Zanîngeha Yamagatayê wiha dibêje; li gor bîr û baweriya min, heywanê ku di geogliefa nû de hatiye vedîtin, ne heywaneke heyî (afirandî) bûye. Heywanê xêzkirî ji heywaneke rastîn zêdetir, dişibe heywaneke xeyalî û guman dikim ku li der û dora 2.000 û 2.500 salan kevn e.

Metîn Eser

Çavkanî: National Geograpic

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.