Li Girava Antikytherayê Keştiya Noqbûyî

Li Girava Antikytherayê Keştiya Noqbûyî

Noqkar îskeleta deryagerekî ya di sala 65an ya beriya Zayînê, li girava Antikythera ya Yewnanî bi keştiyê re di nava ava Deryaya Egeyê de noq bûbû, vedîtin. Şûnwarnas bi qasî sedsalan e li binê Deryaya Egeyê, li ser wê keştiyê lêkolînên xwe pêk tînin, heya vê demê bi dehan berhemên giranbuha hatibûn vedîtin û îhtimaleke pirr mezin e ku bi wê keştiyê neqliyeya dexl/teneyê dihate kirin. Vedîtina herî balkêş, vedîtina “Mekanîzmeya Antithythera”yê bû, cîhazeke nehênî ku deryageran bi wê cîhazê xebatên xwe yên derbarê galaksiyê pêk dianîn.

Lêbelê îskeleta deryagerê vedîtî, ji bo pêkanîna xebatên zanistî vedîtîneke bêpayan e. Îskelet di bin qûm û çend heb kûzikên kevnare de, bi keriyeke kiloxê (tasa serî) û çeneyê bi çend heb didan, hestiyên çepil û qorên wî û hestiyên parxanê wî bû. Zanyar dixwazin bi lez û bez li ser DNAya îskeleta vedîtî xebatên xwe bikin û bi vê awayî derbarê jiyana sedsala beriya Zayînê agahiyên girîng bidest bixînin. Cara pêşin e ku îskeleteke vedîtî ya ewqas demeke pirr dirêj di bin ava deryayê de maye, tê vedîtin.

Metîn Eser / 28.09.2016 

Çavkanî: Daily Mail, Nature.com

Bersivekê binivîsin