Li Kurdistana Bakur Wêjeya Kurdî

‘Li bakur, barê wêjeya kurdî li ser milê xwîner û weşanxaneyên kurd e. Yanî, bi saya xwedîlêderketina xwînerên kurdî, wêjeya kurdî dijî. Çimku dem û dezgeyeke ku piştgirya xebatên edebî, zimanî, zanistî û felsefî bike tune. Çend weşanxaneyên ku karê xwe baş dikin hene, yên mayî jî wekî meqama tesdîqê bi heqê xwe çi tê ber destê wan, hema bênavber diweşînin; ku ev yek jî asta weşangeriyê dadixe jêr.
Esntitû bi xwe jî, wekî dezgeyên bazirganiyê kar dikin û ne xwediyê wê hêzê ne ku rabin û piştgiriya çend xebatên nûjen bikin. Zimanê me ji ber ku ne fermî ye, mixabin di gelek warên jiyanê de baş nayê bikaranîn û di rewşa zimanekî lokalî de dimîne.’
Ali Gurdilî
[email protected]Ji hevpeyvîna Rojnameya Kurdistan. Hejmar 71. 2016
Foto: Amed, salên 1900an.
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021