Ludwig Wittgenstein

Ludwig Wittgenstein

Ziman, wêneya dinyayê ye. Çawa ku heyîn ji atoman pêk tên, zimên jî wisa ji hevokan pêk tê û hemû pêkhatinên li dinyayê, dikarin bi zimên yeko yeko werin resmandin. Bi rêya fêrkirina rast ya bikaranîna zimên û raxistina holê ya çewtiyên zimên, wê pirsgirêk safî/çareser bibin. Belam, divê mirov li ziman di çerçoweya wê ya xwezayî de hûr bibe. Qasî wateya gotinê/hevokê, girîngiya yê/ya ku ew dibêje jî heye. Karê felsefeyê jî ew e ku ramanan, bi awayekî mantiqî ronî bike. Felsefe ne dazanînek, lê çalakiyek e.

Felsefe divê dev ji pêşkêşkirina dozîneyan/quraman jî berde. Çimku ev yek ji bilî şîlokirina mejiyên mirovan, bi kêrî ti tiştî nayê. Herweha babetên metafizîkî jî, nikarin werin zanîn û divê felsefe, dev ji van jî berde. Hasilê, tiştên ku em nikaribin li ser wan bipeyîvin, divê em wan ji bêdengiyê re bihêlin.

Ludwig Wittgenstein | 1889-1951 

Çavkanî: Felsefe û Jiyan | Ali Gurdilî 

Bersivekê binivîsin