M. Alî Kut: Felsefe, sirên gerdûnê eşkere dike.

M. Alî Kut: Felsefe, sirên gerdûnê eşkere dike.

M. Alî Kut: Felsefe, sirên gerdûnê eşkere dike.

Her cara ku mijara me felsefe be, ev pirs derdikeve pêşberî me, fena paradoksekê xwe bicar dike. Ew kesên ku bi vê disîplînê dadikevin, ji bo ku abstrakt û weko xeyalperestan neyên bi navkirin gellek caran dixwazin bi evîdenseke empirîk vêya pêşkêş bikin, mîna disiplînên din. Lê badilhewa ye! Bingehê vê fikirandinê li ser şêweyekî spekulatîf ava ye. Dema ku em bikaribin vê bi evîdens û emprîk pêşkêş bikin, ji xwe êdî nema felsefe ye. Hemî ilm û zanist ji fentezî û lêgerînên spekulatîf û subjektîf destpê kirine, di çendî heyam û merhaleyan re derbas bûne ta ku gihiştine û di beşa xwe de bûne otorîte, aha ev prosesa pêşin beşa felsefê ye. Bi gotineke din em dikarin bibêjin felsefe dayika hemû ilman e. Hemî hevîrê ilm û zanistê di teşta felsefeyê de hatiye sitirandin. Evîya yek ji pêdivîyên felsefeyê ê herî girîng e.

Wekî din em dikarin bibêjin ku felsefe sirên gerdûnê eşkere dike! Di felsefeyê de heqîqeteke abadin tune ne.  Ew beşê gerdûnê ku em dibînin û hîs dikin yê herî kêm  û hindik e. Bi keşifkirina rontgenê em serwext bûn ku dunyayeke din ya tiştan heye. Gerdûn bi kodên nepen ve tijî ye û em incex bi metodên ku felsefe dide ber me, dikarin van kodan deşîfre bikin.

Ji bo me kurdan girîngiyeke din ya felsefeyê jî ziman e. Felsefe ziman dikemilî ne. Ziman dibe yê fikirandinê jî, ango zimanekî entellektuelî ava dibe, xurt dibe. Bi kurtî felsefe xezîneyeke fikrê ye, xwedîyên xezîneyeke welê ê ne tenê serkeftî bin ê xwedîyên dîrokê bin jî.

M. Alî Kut

03.03.2016 

Bersivekê binivîsin