Marcus Tullius Cicero

Marcus Tullius Cicero (B.Z.106-B.Z.43)
Destûrmendekî Romayî yê dewletê. Xweşgotarbêjekî baş. Nivîskarekî hoste û parêzerekî parastinê yê serkeftî. Tevlî bûyerên sîyasî bûye û hatiye sirgûnkirin. Piştî çend bûyeran, serê wî hatiye jêkirin û bi vî awayî hatiye kuştin. Xwedîyê felsefeka eklektîk bûye. Ango, bingeha felsefeya wî ji ramanên cihêreng yên mirovên din, pêk hatibû. Berhemên wî yên ku li ser kalîtî û hogirîyê hatine nivîsandin, xwe gihandine heta roja me ya îroyîn.
Çî Gotiye Marcus Tullius Cicero?…
1- Zêhn mîna zevîyê ye, divê were çandin û cotkirin.
2- Mirov çiqas bilind bibe, divê dilê wî jî hewqas nefsbiçûk be.
3- Divê ji bo ku tu bikaribî bijî, bixwî. Divê ji bo xwarinê tu nejî.
4- Dîyariya erdemê, şanazî ye.
5- Hemû karên mezin, bi destpêkên biçûk dest pê dikin.
6– Herkes dikare çewtiyan bike, lê bi tenê ehmeq di çewtiyên xwe de xwedîisrar in.
Ali Gurdilî
Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî
Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021