Martin Heidegger

Di nav heyînan de yê ku pirsyarkar e, mirov e û mirov, ber bi gerdûnê ve hatiye avêtin. Xem û metirsiya mirov, ji ber vê yekê ye. Sedemê vê xemxwarinê ew e ku mirov, di bin xeteriya windabûnê de ye û ji ewlekariyê bêpar e.
Mirov, heyînek taybet e. Belam, bûyerên rojane wiha dikin ku mirov wesf yan hilik/reseniya xwe ji bîr dikin. Bi vî awayî mirov jî, dibine zindiyên ji rêzê. Bi sebebê hebûna xwe nizanin û di rewşeka wiha de jî dimirin. Mirov, ji bo mirinê dijîn. Belam, mirin serboriyeke wisa ye ku divê her mirov vê yekê bi serê xwe bijî û ti kes nikare mirinê dewrê miroveke din bike.
Martin Heidegger | 1889-1978
Çavkanî: Felsefe û Jiyan | Ali Gurdilî
Latest posts by Felsefevan (see all)
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021