Mehemed Tan: Gorbihuştî ji Gorê Rabû û Vegot

Mehemed Tan: Gorbihuştî Ji Gorê Rabû û Vegot
– Îxanet çi ye mîrê min?
– Tu ew kewê dibîne(?), rê nizane û ser vî halê xwe hevalê xwe bi xwe re dibe ser dehfikê. Dehfik li ser rêya nezanan tê danîn. Îxanet jî payîtexta ‘nezanî-neyarî-jibîrkirin’ê ye. Yê jibîrdike naxwîne, yê naxwîne nezan e û yê nezan dibê qey ez şêr im, şêrê îro neyarê siberojê ne…
– Neyarî , nezanî çima mîr , çi ji me re tîne ?
– Bawer neke ev ne qeder e, ne li eniya me û ne li tu deverê nanivîsîne…
– Dê em çi bikin?
– BIXWÎNE û rêya xwe zanî be, felsefe xwendin û ji parzinandina xwendinê rê zanîn e.
Bi hawayekî nûjen honandina Qeder, Nezanî û Mirinê ji devê kevnefeylozofan;
Piştî her têkçûyînê-qewimînê di hişê min de helbestgotineke S. Temoyî- vedigerim ser çar prensîbên felsefeyê:
1) LOCKE: Qeder ; ji mêj ve ‘tabûla rasa’…
2) GORGÎAS: Nezanî; tişteke rast nîn e, hebe jî nayê zanîn …
3) HERAKLÎTOUS : (bêfelsefebûnî);
Ji ber vê li çemên Kurdistanê mirin gelek car e, lê di eynî çemî de serî şuştin carekê ye…
4) EPÎKÛR: Mirin; Ji bo miroven zanyar ji mirinê tirsîn bêwate ye, heta ku em hebin mirin nîn e, mirin hat em hebin nîn e …
Mehemed TAN / 05.03.2016
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021