Di Mîtolojiyê de Minotaurê Nîvmirov û Nîvganêr

Di Mîtolojiyê de Minotaurê Nîvmirov û Nîvganêr

Di Mîtolojiyê de Minotaurê Nîvmirov û Nîvganêr

Di mîtolojiya yewnan de mexlûqê (afirandiyê) nîvmirov û nîvganêr. (nîvgaboxe) Hevoka orîjînal minotor e û di yewnanî de tê wateya “Ganêrê Minos.” 

Li Gor Vegotinên Mîtolojîk

Qralê Minos ku li Girîtê hukumdariyê dikir, ji bo ku bikaribe hêza xwe nîşanê mirovan bide, ji Poseîdon daxwaza girtina gaboxeyekî dike û dixwaze ku Poseîdon, vî gaboxeyî ji behrê derxe û bide wî da ku ew jî qurban bike. Lê keyfa Minos gelekî ji vî heywanî re tê û dil nake ku wî qurban bike, wî diveşêre. Di dewsa vî gaboxeyî de jî, gaboxeyekî din qurban dike. Dema ku Poseîdon bi vê yekê dihise, gelekî aciz dibe û wisa dike ku Pasiphaeya jina Minos, dil dikeve vî gaboxeyî. Di encama bihevşabûna Pasiphae û gaboxeyî, Pasiphae ducanî dibe û Minotorê laşmirov ê serîganêr û bi dûv, tê dinyayê.

Minotor di avahiyeka wek hepsê de ku ji aliyê hunermend Daidalos ve hatiye çêkirin, tê hepis kirin. Minotor, bi goştê mirovan tê xweyîkirin. Ji bo xweyîkirina Minotor, Minos ji gelê Atînayê her sal ji bo xwirina Minotor, 7 xort û 7 kîzan dixwaze, ku wê demê Minos li hemberê Atînayîyan di şer de bi ser ketibû. Di sala sêyemîn de Theseus ji bo kuştina Minotor, ber bi Girîtê ve li keştiyekî siwar dibe. Piştî derketina Labyrintosê, Ariadneya keça qral, Theseus dibîne û dil dikeve wî. Dema ku Theseus ji bo kuştina Minotor xwe berdide wê avahiyê, ku wek labîrentekî hatiye avakirin û mirov bi hêsanî dikare têde winda bibe, Ariadne ji bo ku rêya xwe winda neke topek benik dide wî û jê re dibêje ku, wê ew ê bi şopandina vî benî, wê bikaribe rêya xwe bi hêsanî bibîne. Theseus xwe bi vî benî berdide xwar û di xew de bi ser Minotor ve digre û wî bi kulman dikuje.

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin