Mîtosa Agamemnonê Qralê Mîkenê

Mîtosa Agamemnonê Qralê Mîkenê
Agamemnon di mîtolojiya yewnan de qralê Mîken e, birayê Menelaosê qralê Spartayê ye û fermandarê artêşa yewnan a ku çûbû şerê Troyayê ye. Dema ku artêşa yewnan ji bo sefera Troyayê li Avlîdê dicivin, dinya bêba ye û qet ba dernakeve; ji ber vê yekê jî Agamemnon keça xwe ya bi navê Îphigniayê, ji bo Artemîsê Xwedayê bayê qurban dike, da ku Artemîs jî destûra bayê bide û ba derkeve. Di dema serjêkirina Îphîgenîayê de Artemîs gakovîyeke ji wan dişeyne û di dewsa Îphigeniayê de, ev gakovî tê qurban kirin û Artemîs, vê kekçê di perestişhega Artemîs de dike rahîbe. Piştî vê yekê, Artemîs destûra bayê dide û ba derdikeve. Piştî serkeftina şerê Trovayê Agamemnon, digel Kasandraya bêdew; dizivire mala xwe. Kytaîmnestraya jina Agamemnon, bi dildarê xwe re dibe yek û mêrê xwe dikuje. Piştre, Orestsê kurê Agamemnon, diya xwe û dildarê wê dikuje û tola bavê xwe ji erdê hildide.
Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî
Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021