Mîtosa Balios û Ksanthos

Mîtosa Balios û Ksanthos

Mîtosa Balios û Ksanthos

Di mîtolojîya yewnan de du hespên ku ji xwedayê Zephyros û Harpya Podargeyê hatine dinyayê. Hespên Ksanthos û Balios di daweta Poseîdon Peleus û Thetîsê de, wek dîyariya dawetê hatine dayîn. Li gor mîtolojîyê Akhilleus jî, van hespên zindebar di şerê Troyayê de bikar anîye.

Homeros di İlyadayê de wiha behsa wan dike…

Automedon girêda du hespên wek bayê,

Hespên ku wek bayê dibezin,

Ksanthoıs û Balios,

Ji bo bayê Zephyros,

Padergayê wan anîbû dinyayê,

Yek ji hespan li kevîya mêrgê,

Yek li kevîya çemê Okeanosê.’

Dema ku Patroklos dimire, hespên Akhîlleus digirîn.

Gunehê Zeus bi wan tê û wiha dibêje:

‘Xwelîseran, ez poşman im ku min we dîyarî da qral Peleus,

Nizanîm ji bo çî min we da yekî bergorn,

Hûn ku nizanin şîn û mirin çî ye,

Ma ji bo ku hûn bi mirovên bextreş re azarê bikşînin min we da?

Di nav afirînekên vê dinyayê de yên ku bêhn digrin û didin û bi rê ve diçin,

Ji mirovan gunehtir zindî tune nin.’

Bi vî awayî Zeus dide ber dilê wan û ew jî bi Akhilleus re tevlî şerê Hektor dibin…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî 

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin