Pênase, Sedem û Taybetmendiyên Guherîna Civakî

Pênase, Sedem û Taybetmendiyên Guherîna Civakî

Pênase, Sedem û Taybetmendiyên Guherîna Civakî

Guherîn, dikare wek ji rewşekî derketin û derbasbûna rewşeka din, an jî wek cihêrengbûna tevgera berê, were danasîn. Li gor vê yekê guherîn têgehek wiha ye ku tu îstîqametê îfade nake. Guherîn, dikare erênî be û dikare neyînî be jî. Herdu rewş jî (çûyîna ber bi pêş an jî bi paş ve) guherîn e. Cihêrengbûnên ku di civak, xweza, mirov û kulturê de pêk tên, wek guherîn têne nirxandin. Guherîn, wekî zagonek bivênevê ye û hemû heyînên zindî û nezindî, diguncîne. Civakên kevneşopî û modern, hemû civak; di pêvajoya guherînê de ne. Civakeka ku nayê guherîn, tune. Ji hêla guherîna sosyal ve di nav civakan de ji hêla wesfînî, çendanî û hêza guherînê ve, dibe ku hinek cihêrengî hebin. Di civakên nûjen (modern) de, guherîn bi lez e û li qadên gellek cihêreng pêk tê. Guherîn ji hêla wesfînî ve, xwedîyê taybetmendîyên cihêreng e.

Taybetmendîyên Guherîna Civakî

1- Guherîn, bivênevê ye.

2- Guherîn dikare hem bi pêşve û hem jî, ber bi paş ve pêk were.

3- Leza guherîna civakî, di her civakê de cihêreng e. Ango, ne eynî ye.

4- Guherîna ku di sazîyekî de pêk tê, sazîyên din jî dixe bin bandûra xwe û sazîyên din jî, ji vê guherînê ketumet dibin.

5- Guherîna civakî, carinan ji ber xwe ve û carinan jî, bi destekarî pêk tê.

6- Guherînên ku civak ji wan re ne amade ye pêk tên, rê li buhranan (qrîzan) vedikin.

7- Guherîn, xwedîyê erkeka dualî ye. Ji alîyekî ve hem hebûna civakê diparêze û li alîyê din jî, dikare hebûna civakê bêxe xeterê jî.

Sedemên Guherîna Civakî

Gellek sedemên guherîna civakî hene. Lê yên sereke mirov dikare wiha bihejmêre.

1- îcad

2- Keşf (Vedîtin)

3- Pêşveçûna teknolojîyê

4- Olên nû

5- Bawerîyên cihêreng

6- Pêşveçûnên pîşesazîyê

7- Zêdebûna nifûsê

8- Ketumetbûnên kulturî

9- Şer

10- Kerasetên xwezayî

11- Bûyerên dîrokî û hwd.

Di pêvajoya guherînê de civak, bi gellek pirsgirêkan re rûbirû dibin. Tiştên nû, her dem wisa bi hêsanî nayêtin pejirandin û cîbicîkirin û li dijê guherînê, bertekên sosyal pêk tên. Di nav aligirên guherînê û yên ku li dijê guherînê ne, berberî derdikeve holê. Encamên guherînê, cihêreng in. Carinan pêşveçûnên erênî û carinan jî, encamên neyînî pêk tên. Mînak: Îcada trimbêlê di hemû civakan de rê li guherînan vekiriye. Vê guherînê di warê bazirganî, veguhastin, sanayî û hwd. rê li pêşveçûnên erênî vekiriye. Digel vê yekê, vê pêşveçûnê bi xwe re di warê kirêjbûna hewayê, qezayên trafîqê û hwd. de, hinek encamên neyînî jî anîye. Guherînên ku di qada çanda manewî de pêk tên, ji encamên guherînên teknolojîk cihêreng in. Guherînên ku di vê qadê de pêk tên (qada çanda manewî) derengtir têne pejirandin û bertekên ku li hember vê cure guherînan têne nîşandin, zêdetir û bihêztir in. Civakên nûjen di vî warî de, li gor civakên kevneşopî zêdetir xwedîyê şert û mercên erênî ne. Faqtorên giştî yên wekî, şert û mercên erdnîgarîyê û demografîk, dîsa mirov dikare bibêje ku bandûrê li guherîna civakî vedikin.

Faqtorên Ku Guherîna Civakî Zûtir Dikin

1- Îcad û keşf

2- Zêdebûna daneheva zanayîyê

3- Navgînên ragihandinê yên girseyî

4- Hebûna civatok û şexsên bandordar

5- Şer û koç

6- Faqtorên teknolojîk

Faqtorên Ku Guherîna Civakî Hêdî Dikin

1- Xwe raberkirina (dûrkirina) ji civakên din.

2- Hebûna statîkoperestan.

3- Kêmbûn û hindikbûna çavkanîyên xwezayî û mirovî.

4- Girêdanîya hinbûnîyên civakî.

Texlîdên Guherîna Civakî

Guherîna civakî, li gor faqtorên ku rê li guherîna civakî vedikin û li gor şeklê guherînê, du texlîd e.

1) Guherîna Civakî Ya Serbest: Guherînên ku bi demê re, ji ber xwe ve pêk tên guherînên ku ji ber zêdebûna nifûsê, zêdebûna daneheva zanayîyê û ketûmetbûnên civakên din re pêk tên, ev cure guherîn in. Ev cure guherîn, ne xwedîyê pîlan û têkilîpêkirinê ne.

2) Bi rêya Têkilipêkirinê Guherîna Civakî: Ev cure guherîn berevajiya guherînên serbest, bi rêya têkilîpêkirinê pêk tên.

Du Texlîdên Vê Guherînê Hene

1- Guherîna Bi Pîlan Ya Demokratîk: Ji alîyê rêveberan ve tê birêvebirin û li gor pîlanekî dimeşe. Dem, lez û hêla wê, ji alîyê rêveberan ve tê destnîşankirin. Li Tirkiyeyê ev cure guherîn, ji aliyê Teşkîlata Pîlandayîna Dewletê (DTP) ve tê rêvebirin.

2- Guherîna Bi Destekarî: Bi zordestîya hêz û sazîyên hindûr an jî der ve pêk tê. Bi vê yekê re di sazî û unsûrên civakî de, guherîn pêk tên. Ev cure guherîn, bi taybetî di civakên otokratîk de pêk tên.

Têgehên Guherîna Civakî Yên Sereke

1- Guherîn: Ji rewşekî derketin û derbasbûna rewşeka din. An jî, cihêrengbûna tevgera berê. Hêla guherînê, dikare bi pêşve û ber bi paş ve…

2- Peresan/Evrîm: Guherîna ku bi demê re hêdî hêdî pêk tê û ber bi ya bihêz û bêkêmasî ve diçe. Peresan, bingeha guherîna civakî ye.

3- Pêşketin: Guherîna bi pêş ve û bêkêmasî ya ku ji alîyê civakê ve tê xwestin û pejirandin.

4- Geşedanî: Guherîna ku bi hemû alîyên pêşketinê ve, di avahîya civakî de pêk tê.

5- Nûjenbûn: Ji hêla ekonomîk, civakî û sîyasî ve, pêvajoya gihêjtina welatên lipaşmayî, ya welatên geşedanî.

6- Şoreş: Bi awayekî berfireh û ji binî ve, guherîna sazûmana civakî û sîyasî ya ku bi kotekîya gel pêk tê.

7- İxtîlal: Ji alîyê komeka ku dibêjin em li ser navê gel vê yekê dikin, bi destekarî guherandina sazûmana civakî ya ku heye.

8- Geşedana Civakî: Bi berfirehbûna civakî re ji hêla sîyasî, civakî û çandî ve, pêşveçûna civakê ye.

Ango, ji hêla maddî û manewî ve pêşveçûna civakê û bi awayekî giştî bilindbûna xweşhalîya civakî. Geşedana civakî, ji pêşveçûna civakî cihêreng e û xwedîyê gellek hêlên cuda ye.

Şert û Mercên Geşedana Civakî

1- Belavbûna hevbeş ya hatinîya neteweyî.

2- Ketina rewşa civakeka pîşesazîbûyî.

3- Bi hilberandinê re, zêdebûna berhemdarîyê. (Berdarîyê)

4- Bi awayekî hevbeş li hemû dera welat, belavbûna veberhênan.

5- Ji hêla çendanî û wesfînî ve, pakkirina perwerdehîyê.

6- Dewlemendîya unsûrên manewî ya jiyana civakî.

7- Ji hêla armancên hevpar û nirxan ve, yekîtîya endamên civakê.

8- Di navbera berjewendîyên şexsan û civakê de, avakirina hevbeşîyekê.

Unsûrên Geşedana Civakî

1- Berfirehbûna Ekonomîk: Geşedana ekonomîk, guherîneka wesfînî îfade dike. Lê berfirehbûna ekonomîk, zêdebûneka çendanî û pakbûnê îfade dike. Mînak: Ji hilberandina cotkarîyê derbasbûna hilberandina pîşesazîyê, geşedana ekonomîk e. Lê di civakê de zêdebûna leza pêşketina civakê ya salane û zêdebûna hatiniya civakê ya salane, berfirehbûna ekonomîk e.

2- Geşedana Çîna Navîn: Ji bo pêşketina geşedana civakî (toplumsal gelîşme) ji hêla ekonomîk ve pêşveçûn û başbûna civakê têrê nake. Di heman demê de belavbûna hatinîyan jî, divê bi awayekî adîlane pêk were. Ji bo vê yekê jî pirranîya nifûsê, divê di tebeqeya navîn de cîh girtibe. Ji bo pêkhatina vê yekê divê di perwerdehî, bacdanîn û wekhevîya fersendan de, dilêrîneka sosyal ya dewletê hebe, an jî ev yek pêkhatibe.

Geşedana Civakî: Toplumsal gelişme

9- Yekkerbûna Civakî: Ji rewşa hevdutemamkirina kom û sazîyên civakî bi unsûrên din yên civakî re, yekkerbûna civakî tê gotin.

Yekkerîbûn Du Texlîd e

1- Yekkerîbûna Fonksîyonî: Di roja me ya îroyîn de (di civakên pîşesazîbûyî de) berdewamkirina hebûna civakê, girêdayê pêkanîna wezîfeyên şexs, kom û sazîya ye. Dema ku hemû şexs, kom û sazî, erkên xwe pêk tînin û civakê dikinwekî tevahîyeka ku kar dike, wê demê yekkerbûna fonksîyonî pêk tê.

2- Yekkerîbûna Li Hawirdora Wateyê: Bi yekkerbûna fonksîyonî re, ji bo temambûna yekkerbûna civakî, divê yekkerbûna li hawirdorê armancên hevpar û nirxan jî pêk were. Ji bo yekkerbûna li hawirdorê wateyê niştiman, nîjad û yekîtîya ekonomîk ne bes e. Di vê pêvajoyê de divê yekîtîyeka çandî û îdealê jî pêk were.

Yekkerîbûn: Bütünleşme

10- Jevketina Civakî: Têgehek li dijê yekkerbûna civakî ye. Di jevketina civakî de girêdanîyên ku di navbera unsûrên civakê de hene, sist dibin. Di civakê de ji hevdu netemamkirina unsûrên maddî û manewî re, jevketina civakî tê gotin. Dema ku nirxên kevin yên civakê girîngiya xwe winda bikin û di dewsa wan de nirxên nû neyên dîtin an jî bikaranîn û sazîyên ku êdî riziyane ji bo domandina hebûna xwe bi riq bin û di dewsa van de yên nû neyên damezrandin; sistbûna bîra neteweyî, xirabûna berjewendiyên hevbeş ya ku di navbera şexs û civakê de heye û bi windabûn an jî bi jiholêrabûna nirx û mengîyên civakê yên hevpar e, jevketina civakî dertê holê.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Destpêka Zanista Civaknasiyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin