Pêşniyaza Sirûştê Ji bo Benîademan

Pêşniyaza Sirûştê Ji bo Benîademan

PÊŞNIYAZA SIRÛŞTÊ JI BO BENÎADEMAN 

     Civînek hatibû li dar xistin. Ev civîn pir girîng bû. Lewre ji bo berdewamiya jiyanê biryarên pir kî pir girîng hatibûn stendin. Hemû nûnerê ku beşdarê vê civînê bibûn digotin: “çi ji destê me bê emê bikin ji bo pêkanîtina van biryara.” Lewre mabûn û tunebûn a jiyana li ser rûyê vê cîhanê, girêdayiyê van biryara ye. Gelo ev civîn çima û ji bo çi hatibû li dar xistin? Van biryara ji alî kê va û ji ber kîjan sedema hatibûn stendin û ev biryarê hewkasî girîng çi ne?

     Xweza û hemû hêmanê xwezayê vê civînê li dar xistibûn. Hemû ajala din ava xwe da nûnerek bijartibû, hemû nebata jî di nava xwe da yekî bijartibûn. Ji av ê bigire, hewa û hetanî agir bixwe jî beşdarê vê civînê bibû. Ji xeynî benîadem hemû candar beşdarê vê civînê bibûn. Gelo çima û ji ber çi sedeman benîadem beşdariyê vê civînê nebibû? Ew bixwe nepejirandibû yan jî nehatibû vexwendinê?

    Benîadem nehatibû vexwendin. Ji xwe ev civîn li hemberî benîadem û li hember kiryar û bizav û tevgerê wan hatibû li dar xistin. Çavnebarî, çavbirçîtî, dexesî, hesûdî, rikdarî, xerabî, dilnepakî, zikreşî, hovîtî hwd. tu çi bixwazî di benîadem da mevcut bû.

     Ji dîrokê vê da ye benîadem van aliyê xwe yê nebaş û nepak li hember xweza û sirûştê derxistiye pêş û xweza û hêmanê xwezayê bi awaye kî hovane bi kar aniye û teraza sirûştê xera kiriye. Xweza û sirûştê rûxandiye, hilweşandiyê û herifandiyê. Kanên sirûştê ji pêdiviyê xwe zêdetir bi kar aniye û xistiyê bin bandora xwe. Bi seda cinsê ajalan qutkiriyê. Bi sed hezara donim daristana şewitandiye û ji bo çandiniyê cot kiriye. Hewa û av ê qirêj û gemarî kiriye. Derdor û hawirdorê xera û talan kiriye. (…)

     Lewre mexlûqatê herî rûxandar, herî wêranker, herî tehrîpkar, herî hov û herî çavbirçî benîadem bixwe ye.

     Li hember van tevger û bizavê benîadem, xwezayê diviyabû tiştekî bike û ji vê rewşê ra bibêje bes e. Pêşî xweza ji benîadem ra wiha gotibû: “Ey benîadem! Edî bes e! Hişê xwe bide serê xwe. Ne tu tenê yî dijî li ser vê cîhanê. Tu mafê te nîne ji bo berjewendiyê xwe tu zirar û ziyanê bidî xweza û sirûştê û hemû candar a. Were dev ji van xûyê xwe berde û em bi hev re di çarçove ya rêzdarî û hezdariyê da jiyana xwe bidomînin, bê ku kes mafê kesekî dinê pêpes bike.

     Ji ber çi em bi taybetî ji te re van tişta dibêjin? Lewre tu kes ji me li kesekî din zilmê nekiriye. Tu kes ji me kesekî din nekuştiye. Tu kes ji me ji kar û berpirsiyariyê xwe nereviyaye û me hemûka peywîr a xwe anîtiye cîh. Tu kes ji me karê xwe nespartiye ser pişta kesekî din. Em hemû ji hev re rêz digrin û zirar û ziyanê nadine hev û din. Lê tu! Ax tu heyî tu!”

     Lê kes nema û wê benîadem guh bidana van peyva. Dîsa tevger û bizavê xwe wek berê û car carna jî hin zêdetir û bi hovane domand. Bitenê rê kî li ber xwezayê û hêmanê xwezayê mabû. Diviyabû tev bicivin, ka gelo dikaribûn çi bikin li hember vê rewşa xerab. Dawiya dawî vê civînê li dar xistin û hinek biryarên girîng û balkêş stendin û peymanek girê dan bi hev re. Gelo ev biryar çi bûn?

     Daringên peymanxaneyê wiha bûn:

  • Agir digot; ji niha pê va ez ê ti tiştekî neşewitînim. Wê benîadem bi min nikaribê zirar û ziyanê bide ti tiştekî.
  • Hemû nebata digotin; ji niha pê va yek ji me kulîlk venake û tu kes ji me fêkî nagire.
  • Hemû ajala digotin; ji niha pê va ti mirovek ji me kêr nabîne.
  • Baranê digot; ez ê mêvaniya xwe ya li nav ewran dirêj bikim û nabarim ser rûyê ax ê. Ewra jî kêfxweşiya xwe nîşan dida ji bo mazûvantiyê.
  • Ax ê digot; ez ê ji niha pê va tim rijî û hişk bim, wê tu kes nikaribe min cot bike û ji bo berjewendiyê xwe bikarbîne.
  • Av ê digot; ji niha pê ve ez ê tim şolî bim û ti mirovek ji niha pê va wê ava zelal nebîne. Ez ê tim ritimokî bim.
  • Demsala jî din av xwe da biryarek stendibûn. Digotin; ji niha pê va wê tim zivistan li ser rûyê cîhanê desthilatdar be. Her roj wê ba û bager, bobelîsk û bobelat, qır û qeşa, berf û cemed ji ser rûyê erdê kêm nebe.
  • (…)

     Bi kurtî em dikarin bibêjin hemûka digot; “ Ya ewê benîadem hişê xwe bide serê xwe û dev ji van hovîtiya bedre, yan jî em û wan bi hev re ji holê rabin û dawî li me hemûya bê. Şixwe hetanî niha ji alî benîadem ve em dihatin kuştin , talankirin, hilweşandin, rûxandin… Madem wisa ye, ya ewê hişê xwe bidin serê xwe û yan jî wê tu kes j ime nemîne.”                                           

     Ka werin em kêliyekî bifikirin û xeyal bikin, rojekî bi rastî jî van tişta hemû bên serê me û biqewimin û em benîadem din nav van herdu vebijêrka da bimînin:

  • Yan emê hişê xwe bidine serê xwe û di çarçove ya rêzdarî û hezdariyê da li dij berjewendiyê xwe, bê ku sirûştê talan bikin birûxînin bikevin têkiliyeke durist.
  • Yan jî em û hemû tişt bi hev ra tune bibin.

     Gelo emê çi bersiv bidin û emê çawa bitevgerin? Ez bawerim wê ji sedî seriya pêncî bersivê me wek hevbin. Lewre gava em li dîrok û tevger û bizavê kesên pêşê xwe û ên aniha dinêrin kêm zêde rewş xwe kifş dike. Lewre hetanî serê me neçe ser teht hişême nayê serê me. Lê mixabin ew çax jî bêhûde û beredayiye.

     Werin em guh bidin çarîneke Omer Xeyam ka çi ji me ra dibêje?

              “ Mey binoşê ku dawiya te axa sar e

                Bê heval û bê dost û bê kes û yar e

                Vê sirê ji kesî ra nebêje, tim veşêre

                Lale ku çilmisî, nabişkive, gotin temsar e”

     Bi rastî jî gava ku lale çilmisîn, dem û demsal lihev kelibîn, avhewa guherî û teroz a xweza û sirûştê xera bû pê da êdî gotin temsare û bêhûdeye. Wê çaxê ti tişt ji dest nayê. Werin em hişê xwe bidin serê xwe. Ne tenê li gor pêdiviyê xwe kanên xwezayê bikarbînin, xweza çikas da mê em pê kayil bibin û zêdetir xwezaya xwe neperitînin. Lewre em benîadem ne xwedanê her tiştên li ser cîhanê ne.    

Emre MÛHARGÎNΠ

21.03.2016 

Emre Mûhargînî

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.