Pêşverojî û Nûpêşverojîzm

Pêşverojî û Nûpêşverojîzm

Pêşverojî û Nûpêşverojîzm 

Wek dibistanek felsefî ew ji Îtalyayê bi derketiye de sala 1909an de, bi rêya Fîlîpo Tomas Merînêtî.

Li gor menîfêsto, pêşverojîzm:                   

“Ku bi carekê paşveroj ji dema niha were qetandin, û dest bi jiyanek nû bibe, bi berve pêşverojê li gor nêrînek pêşverojî di derbarê hemî tiştî de, ji felsefê, huner, wêje, siyaset ûhwd, hemî tiştên berê werin ihmal kirin” Pêşverojî û nûpêşverojîzm wek dibistan niha tine ye, ew piştî mirina Fîlîpo di sala 1944 de hatiye jêbirin, lê bandorek mezin li xeyala ilmî kir, şanogerî, wêje, siyaset, aborî, binesazî, û hemî tiştên dibistana kilasîk jê hatin birin piştî pêşverojî û nûpêşverojîyê.

Destpêka pêşverojîzmê bi gotarek Merînêtî bû li Îtalyayê, pişt re kovarên bi nav û deng li Firansa û Îngêlterê ew gotar wegerandin zimanên xwe û belav kirin, û herwiha pêşverojîzm li welatên Ewropayê belav bûn, li her derekê bi rengekî, li gor pêşketina nêrînên wan. Li derinan pêşverojîzm ne tenê bandor ji Îtalyayê vedigirt, wek Mînak pêşverojîzma Polonyayê bandor ji a rûsan û îtalîyan vegirtibû, li Emerîka ew bi rengekî dereng û kêmtir belav bû.

Pêşverojîzm carinan wek hereketekê tê nasîn, ku piştî derketinê gav bi gav li hemî welatan bandora xwe kir, û gellek rewşenbîrên wê demê bawerîya xwe bi ramana Merînêtî kirin. Meriv dikare bêje pêşverojîzm gavek ramanî_ madî a lez e bi berve pêşverojê, jiber ku ji xwe berê berê materyal bi ber ve pêşverojê diçe (Gengeşîya dîrokî a madê), yanê tenê qebûlkirinek divê ji me bi nûyên demê, û bawerîyek bi tiştên bên were kirin, ku em nekevin veciniqîyekê demê pêşveroj bi xwe berve me hat. Pêşverojî û nûpêşverojî dibistanek serbixwe ye, cudayî nûjenî û pêşnûjenîyê ye, lê bandorek ji soryelîzm û dedeîzmê wergirtibû.

Di pêşverojîzmê de nakokîyek heye, jiber ku ta niha civak eyneya madeyê ye, û ev zanîna di nav destên me de ji dîrok û kevnekultûr  tê, demê meriv destpêkê jê bibirre meriv stûyê pêşverojê jê dike. Wek Mînak em bêjin li ser wêje, eger mirov ji wêjeya kilasîk hîn neba, nikaribû wêjeya modern biafiranda, û eger ji modernîzmê hîn neba nikaribû posmodern binivîse. 

Dara Kurdo

01.01.2016

Bersivekê binivîsin