Pirsgirêka Felsefî

Pirsgirêka Felsefî
Babetên felsefeyê ne babetên rojane ne, pirsgirêkên tevayî û razber/soyut in. Felsefe, her dem xwe disperê pirsan û bi awira xwe ya rexneker û bi rêya razberkirinan, babetên ku bingeha jiyana me ya rojane pêk tînin, ji xwe dike pirsgirêk. Em hemû dema ku diçin cîhê karê xwe, em demê/zemanê bikar tînin. Lê di dema vê bikaranînê de, pirî caran em pirsa ‘gelo dem (wext, zeman) çİ ye?’ napirsin.
Di dema şerekî de em ji dijminê xwe wiha nabêjin: “Kuro ka raweste, beriya ku em dest bi şer bikin, were em şer û aşîtîyê destnîşan bikin û piştra, em şerê xwe bidomînin.” Dîsa dema ku em êvarekî li balkona xwe rûdinên û çaya xwe vedixwin, em li ser wateya “delalîyê” ranawestin, an jî em pirsa “gelo delalî çî ye?” ji xwe napirsin.
Lê em hemû jî dizanin ku têgehên wekî dem, edalet, heq, delalî, zanayî, cîh, hilik, çêbûn, hebûn û windabûn û hwd. perçeyekî jiyana me ne û jiyana me, bi rêya wan têgeh/hêjahiyan dibe jiyanek watedar. Hasilê, mirovî dikare bibêje ku felsefe, hemû babetên jorîn vediguhêrîne pirsan û her fîlozofek jî, dixwaze ku girêdayê perspektîfa/awira xwe bimîne û wiha jî, van pirsan/pirsgirêkan çareser bike.
Ali Gurdilî
Jêder
1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.
2- https://www.felsefevan.org/pirsgireka-felsefi.html
Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye.
- Şikparêziya Xezalî - 30/03/2019
- Bi Rêya Delîlê Ehlaqî Ravekirina Hebûna Xwedê - 16/01/2017
- Di Serdema Navîn de Rewşa Felsefeyê - 12/01/2017