Platon

‘Bextewarî, xwedîtiya başiyê ye. Baş, ew tişt e ku hemû kes wê dixwazin. Baş a herî bilind, ji tevlîheviya zanayî û kêfê pêk tê ku tevlîhevî jî, li gorî pîvana ya spehî û rastiyê çêdibe. Erdem; aheng, rastî û rêkûpêkiya rih e. Xirabî jî, xirabûna vê rêkûpêkî û ahengê ye.
Mirov çiqasî xwedîerdem be, hewqas azad e. Lewra, rihê miroveke wiha; ji aliyê aqlê xwe ve tê kargerandin. Ji ber ku aqlê wî serwer e ew miroveke xwedîerdem e, bextewar e, xwedîpîvan û dilaram e. Mirovê ku êsîrê bengîniya xwe ye jî bedbext, beredayî û ne aram e.’
(Platon | Eflatûn) / (Werger: Ali Gurdilî)
Latest posts by Felsefevan (see all)
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021