Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye

Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye

Helbest, weke cureyeke wêjeyî meriv dikare bibêje ku bi zayîna zimên re derketiye holê. Herçiqasî ji bo danasîna helbestê bi hezaran hevok hatibin bikaranîn jî, a rast ew e ku kesî xwe ne gihandiye danasînek misoger yan jî naguhêr. Digel vê yekê, dîsa jî meriv dikare behsa taybetmendiyên helbestê yên wekî bikaranîna awayê ziman û vegotinek xweser, têkiliya wê ya bi muzîk û bi deng re û hêza wê ya estetîk a bandordar yên ku ji layê hemû kesan ve tê pejirandin, bike. Dîroka derketina holê ya helbestê, heta digihêje dewra dîtina mirov a têgihiştina dengê xwe û bi rêya axaftinê xurtkirina zimanekî ku bi kêrî ragihandinê tê. Mirovan ji bilî zimanê axaftinê yê rojane, bi armanca guhêrandin û dengvedana xwezayê, zimanekî efsûnî afirandin. Mirov dikare taybetmendiyên vî zimanî yên teqldar (rîtmîk), wekî pêşhatiyê zimanê helbestê jî bibîne. Ji ber vê çendê jî, dema ku Platonî helbestê dinasîne, jê re dibêje: ‘peyva efsûnî.’

Ali Gurdilî 

felsefevan@hotmail.com 

10.01.2021

Bersivekê binivîsin