Platon: Şibandina Şikeftê

Platon: Şibandina Şikeftê

Şibandina / Efsaneya Şikeftê ya Platon 

Di nav nivîsên Platon de beşa herî naskirî ya ku di <Dewletê> de hatiye nivîsandin, bêguman beşa <Şibandina Şikeftê> ye. Platon di vê şibandina xwe de rewşa mirovan, nêrîna xwe ya derheqê zanayiya mirovî de û têkiliya wan ya bi rasteqîniyê re bi awayekî giştî û lewnî nivîsiye. Li şikefteka tarî, a ku derbaseyeka wê ya gelek dirêj heye bifikirin. Bila qasî hejmareke girtî; ji dest, ling û stûyên xwe, bi qeydan hatibin girêdan. Bila ew girtî, pişta xwe dabin derbaseya şikeftê û bi tenê dîwarê li pêşiya xwe bibinîn. Tiştê ku dibînin, bi tenê dîwarê şikeftê ye û bila temamiya jiyana xwe jî, bi vî hawî derbas kiribin. Û bila haya wan, ji tiştekê din jî tunebe.

cave-6158-763f-8e22-6FD9-40D7-66CE

Bila li dawiya şikeftê jî, agireke giş û ronak, hatibe vexistin. Di navbera wan û êgir de, bila dîwarekî ku qasî bejna miroveke bilind e, hebe û bila ew bi vê yekê jî nizanibin. Li pişt dîwêr, hejmarek mirovên ku hinek tişt li ser sêrê wan in û wî alî vî alî diçin û tên, hebin. Dengê wan jî, bila bi saya dîwêr olan bibe û bi vî rengî here guhê wan.

Platon dibêje girtiyên ku di şikeftê de ne, ew bi tenê sî û dengvedana wan mirovan dibînin. Di vê rewşê de, girtî wiha difikirin ku hemû rasteqînî ew sî û dengvedan in û dê hemû xeberdanên wan jî, dê li ser wê <rasteqînî> û serboriyên wan yên şikeftê bin. 

Bİ TENÊ DÎWARÊ Lİ BER XWE DİBÎNİN

Heke yek ji wan girtiyan bikaribe xwe ji qeydên xwe rizgar bike û berê xwe bide aliyê din jî, dê çavên wî ji ronahiya êgir biqemişin, dest û lingên wî bitewizin û dê hiş di serê wî de nemîne. Herweha, dê zû bi zû nikaribe têbigihêje gelek tiştan jî. Heke zor bide xwe, xwe kaş bike û ji şikeftê derkeve jî, dê kor bibe. Heke demekê li derveyê şikeftê bimîne û piştra bizivire şikeftê, ji ber tariya şikeftê dê dîsa bi awayekî demdemî kor bibe. Girtiyê ku ziviriye şikeftê, heke ji girtiyan re behsa jiyana derve bike jî dê kesêk tiştekê jê fam neke. Ji bo têgihiştina vê şibandina şikeftê, divê mirov dev ji pêşdaraz û nirxandinên xwe yên rûkalkî û banegehî berdin. Rasteqînî ne serboriyên me ne, lê fikrên di mejî de rasteqînî bi xwe ne. 

Werger: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

13.11.2014

Çavkanî: Profesor Bryan Magee. Kurteçîroka Felsefeyê. Weş. Dost.

Bersivekê binivîsin