Proseya Aştiyê û Lijneya Aqilmendên Kurd

Proseya Aştiyê û Lijneya Aqilmendên Kurd

Proseya Aştiyê û Lijneya Aqilmendên Kurd

Ji destpêka proseya aştiyê heta dawî û têkçûna wê proseyê (demajoyê) dewleta tirk, hevdîtinên xwe yên bi rêxistin û partiyên kurdan re, her carî bi dizî pêk anî û nexwest ku naverok û qonaxên vê proseyê, ji aliyê bîr û raya giştî ve werin zanîn û minaqeşekirin. Dewleta tirk vê yekê bi hişmendiyeke mezin pêk anî û rê neda ku tu belge û dîmenên hevdîtinê jî, belav bibin.

Lê belê jiber ku bikaribe xwe mafdar nîşan bide û rê li ber bertekên nîjadperestên tirkan bigre, Lijneya Aqilmendan ava kir, ku pirraniya wan jî wekî berdevkê dewletê tevdigeriyan.

Mixabin, Lijneyeke Aqilmendên Kurdan ne hate avakirin û dem û dezgeyên sivîl yên kurdan jî, beşdarê proseya aştiyê nebûn, îmkaneke wuha ji bo wan ne hat dayîn. Ji xwe ev yek, daxwaza dewletê bi xwe bû.

Çimku heke saziyên sivîl û dem û dezgeyên kurdan tevlî vê proseyê bibûna, niha dewletê nikaribû hemû pêkhatinên proseya aştiyê înkar bike û rûpoşa xwe ya berê ya hov î reş, bide ber rûyê xwe.

Dewlet niha jî dixwaze ku aliyên PKK û HDP ê, li derveyê vê proseyê bihele û di nav hewldaneke wuha de ye. Dewlet çawa ku berê dek û dolaban digerand, a niha jî dixwaze ku wuha bike.

Heke mesele, çareserkirina ‘pirsgirêka kurd’ be divê hemû dem, dezge, rêxistin, partî û hêzên kurdan, beşdarî proseya ‘çareserkirinê’ bibin û divê hemû tişt bi eşkere û ayan beyan pêk werin, da ku bîr û raya kurd jî, bikaribe bêtir lê xwedî derkeve û ev dewleta ceberrut jî, dê nikaribe şûrê xwe weke a niha li ser serê me li ba bike.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

05.01.2016

Bersivekê binivîsin