Psîkolojiya Bindestiyê

Psîkolojiya Bindestiyê

Psîkolojiya Bindestiyê

Psîkolojiya bindestiyê, wiha dike ku Kurd hevdu tolere nakin. Li hemberî hevdu bêrehm û êrîşkar in. Di derbekî de, yek li ber çavê me dibe mirovekê pîroz û dîsa di derbekî de em ew dikin yekê beradayî û tolaz. Rêz û rêzdarî jî, kêm tê dîtin. Pirî caran, ez rastê nivîsarên wiha têm ku rastî jî dilê min bi wan nivîsaran diêşe. Her kes xwe her tişt dihesibîne: nivîskar e, xwendevan e, rexnegir e, pispor e û wekî ku navenda her tiştî be, wisa bi quretî tevdigere.

Helwestên bi vî rengî, ne zanyarî ye, ehmeqî bi xwe ye. Nabe ku em hemû mirovan, li gor zanîna xwe binirxînin. Hemû kes, xwediyê wesfên cuda ne û divê em wan wisa jî qebûl bikin. Helbet wê rexne hebin, herçuqas kevneşopîyek di vî warî de tunebe jî. Lê biçûkdîtin û rûreşkirina mirovan û bi helwesteke siyasî neyartiya wan, ne karê mirovên têgihîştî ye. Yek ji sedemên girîng ya ji reva Zimanê Kurdî ev rewş e mixabin.

Beriya her tiştî, heke di civakekê de mirovên azad ku weke şexs xwediyê helwesteke xweser in tunebin, tiştên din beredayî ne. Pisporî jî, rexnegirî jî, edebiyatzanî û rêzimanzanî jî…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

30.12.2013

Bersivekê binivîsin