Şaristanî, Kurd û Dewlet

Şaristanî, Kurd û Dewlet

Şaristanî, Kurd û Dewlet

    Beşdarên Ezîz, xweşik û birayên hêja. Di destpêkê de ez silavê li we dikim û xêrhatina we dikim. Hûn bi xêr û xweşî hatine vê civîna zor girîng û watedar. Ez gelekî spasiya rêveberên Wezareta Rewşenbîrî jî dikim, ku îmkana vê semînera watedar dane me. Malî ava.

   Bêguman, Kurdistan cih û warê avakirina şaristaniyê ya herî kevnare ye. Li gor delîlên di dest de, bi rihetî meriv dikare bibêje ku Mezopotamya, Misir, Filîstîn, Hindîstan û Yewnanistana Antîk, çend cihên herî kevnare yên şaristaniyê ne. Heta çend salên dawî jî arkeolog û dîrokzanan digotin ku Misir û Filîstîn, şaristaniyên herî kevnare ne. Lê belê wekî zanîna we ye, şûnewarên gundê Çermo (Jarmo, li Başûrê Kurdistanê) ku nêzîkî çiyayê Zagrosê ye, nîşan didin ku ev gundê Çermo 6.700 sal Berîya Îsa (B.Z.) hatiye avakirin. Êdî hatiye destnîşankirin ku gundê Çermo, gundê herî pêşîn e ku li li cîhanê ava bûye û dîsa li vî gundî, mirov ji asta nêçîrvaniyê derbasî çandinî û xwedikirina heywanan bûne. Ev yek, di dîroka mirovahiyê de şoreşeke mezin û bingehîn e, ku li welatê bav û kalên me pêkhatiye. Dîsa arkeologên Amerîkî, Alman û Tirk di sala 1985an de li Diyarbekirê, li dorhêla navçeya Erxeniyê malek ji bin erdê derxistine, ku ev mala ha jî 9.000 sal kevn e.

Axa bav û kalên me, ji hêla ramanî ve jî ji bo temamiya mirovahiyê herdem bûye kanîyeka xurt û di pêşveçûna zanyariya teorîk de, rolekê mezin leyîstiye. Ramana dualîzmê (dualîtiyê) ji erdnîgeriya me dest pê kiriye, xwe berdaya xaka erdnîgeriya Yewnana Kevnare, û bûye yek ji wan hêz û vîna pêşveçûna ramanî.

Bêguman miletê kurd, di cîhanê de yek ji wan miletên herî medenî ye û di avakirina medeniyetê de jî, rolekê mezin leyîstiye. Lêbelê, ji ber zengîniya axa me û çavkaniyên xwezayî, Kurdistan herdem rastî êrîş û talanan bûye û ji aliyê miletên cînar ve  hatiye dagirkirin. Lewma jî, em dibînin ku dîroka kurdan bi pirranî bûye dîroka berxwedanê, dîroka man û nemanê û dîroka daxwaza azadiyê. Daxwaza azadiyê, ji roja ewil ve hebû û ta niha jî berdewam dike û li hemberî tu tehde û zordestiyan jî, serî natewîne. Girêdayî vê mijarê, meriv dikare bibêje ku kurdan, daxwaza xwe ya serbestiyê bi avakirina gelek dewletan nîşan dane û gelek dewletên heremî, bajarî û netewî jî ava kirine. Ev dewlet, bi temamî neşibin dewletên me yên îroyîn jî, li gor şert û mercên wê demê xwediyê wesfên dewletê ne û di seranserê dîrokê de hatine avakirin.

Di seranserê dîrokê de meriv dikare behsa qasî 25 dewletên kurdan bike ku jiyana xwe demekê dirêj berdewam kirine. Ev dewlet jî dewletên wekî: Bajar Dewletên Hurrî, Dewleta Gutî, Dewleta Sûbarû, Dewleta Lûlû, Dewleta Mîtannî, Dewleta Kassîd, Dewleta Ûrartû, Dewleta Medyayê, Dewleta Komaganê, Dewleta Bûweyhî, Dewleta Bawendî, Dewleta Ziyarî, Dewleta Kengarî, Dewleta Kekûyî, Dewleta Eyûbî, Dewleta Şedadî, Dewleta Rewadî, Dewleta Hesenweyhî, Dewleta Zend, Dewleta Gor, Dewleta Merwanî, Dewleta Dostikî û Komara Kurdistana Mehabadê, ne.

Helbet li vir xwiya ye ku fikra dewletê û kevneşopiya avakirina wê, di nav kurdan de ne nû ye. Lêbelê, fikra dewleta netewî ya kurdî, yekem car ji aliyê feylesof û wêjekarê nemir Ehmedê Xanî ve, beriya Şoreşa Fransî ku Şoreşa Fransî wekî destpêka fikra dewleta netewî tê pejirandin, bi eşkerayî û hostetî hatiye derbirrîn. Gorbihuştê Xanî, nerazîbûna xwe ya li dijî Peymana Qesra Şîrîn wuha aniye zimên:

Tasek ji vê ava zelal

Nadim bi hewza Kewserê

Levhatina Qesra Şîrîn

Jê nabînim tu meferê

Piştî roja me bû tarî

Mirin xweş e ji emberê.

Li ser vê mijarê dîsa dixwazim wekî nimûneyekê behsa fikra Evdirehîm Rehmî, nivîskar û hozanê Kurd bikim. Evdirehîm Rehmî di 26ê Rêbendana sala 1919an de, di Kovara ‘Jîn’ de weha gotiye: ‘Îroke di qelbê me hemîyan evînîyek heye, agirek heye ku em daîma bi wê eşqê, bi wê evînê disojin, diqelin û ji ber wî agirî em ne xwedanmal in, ne xwedankur in, ne xwedanheyat in. Welhasil hemî tiştê xwe em hazir in di wê rêda bidin. Ew çi eşq e, çi evînî ye? Elbet ew evînîya welat e.’

Belê, agirê eviniya welatê me hê jî gur e û netemiriye û xwiya ye ku dê her geştir jî bibe.

Li vir divê were gotin ku saziya dewletê wuha di her qonaxa civakî de nehatiye dîtin yan jî avakirin. Dewlet, piştî ku mirov li ser axê bi cîh bûne û di navbera wan de têkilîyeka rêveberiyê dest pê kiriye, derketiye holê. Di civakên hoveber de, ji ber ku navendeka hêza rêveberiyê û desthilatdariyeka sîyasî tunebûye, dewlet derneketîye holê. Di eşîretan de ku yekemîn civaka bicîhbûyî ne, prototîpa dewletê derketiye holê. Li bajaran jî, bi hemû sazîyên xwe yên bingehîn û erkên xwe re, em dibînin ku dewlet derketine holê û navê dewletên bajarî li wan hatiye kirin. Dewlet, saziya herî mezin û çalak ya civakî ye. Ji alîyê mirovên ku girêdayê desthilatdarîyeka raser in ve, li ser axaka ku sînorên wê diyar in hatiye avakirin. Dewlet, sazûman û serwerîya civakê, li hember civakên din diparêze û xwediyê yekîtîyek hiqûqî û sîyasî ye jî. Şertên avakirina dewletê yên sereke jî, hebûna gelekî ku xwediyê nirxên hevpar in û li hawirdora desthilatdariyeke top bûne, welat û serwerî ne.

Ê baş e, wesf û wezifeyên dewletê çi ne yan dewlet bi kêrî çi tê?

Dewlet saziya herî mezin, birêxistî û çalak ya civakî ye, ku berdewamî û sazûmana civakê diparêze. Serwerîya xwe, bi rêya bikaranîna sê wezîfeyan pêk tîne. Ev wezîfe jî rêvebirin, zagonçêkirin û darazdanî ye. Dewlet li hemberî xeteriyên ji hindûr û der, dikare hêzeka ku xwe dispêre darêzorê bikar bîne. Dîsa bi nêzîkayîtêdaneka sazgêr; ji hêla sosyo-kulturî, sîyasî, edalet, perwerdehî, pirsgirêkên hawirdorî û hwd. ve, jiyana civakî qontrol dike.  Dewlet, têkilîyên sazîyan sererast dike. Endametiya şexsan ya dewletê, tiştekî bivênevê ye û ev endametî bi rêya gurza hemwelatîbûnê pêk tê. Mafê hemwelatîbûnê dema ku rewş rê didin, bi biryara rêvebirinê tê bidestxistin, an jî windakirin.

Li gor daxwaz, wesf û xwebirêxistîkirina civakê jî texlîdên dewletê yên wekî dewleta Unîter, Federal, Teokratîk, Laîq, Otokratîk û Demokratîk hatine damezrandin. Lêbelê di roja me ya îroyîn de, weke dewleta nûjen bêguman dewleta demokratîk tê dîtin ku di dewleta demokratîk de hêza zagonçêkirin, rêvebirin û darazdanînê, di destên livokên cuda de ne. Ji vê yekê re, ‘Cudahîya Hêzan- Güçler Ayrılığı’ tê gotin. Gel, bi îradeya xwe ya azad nûneran hildibijêre û dişeyne parlamentoyê. Di dewleta demokratîk de, hêza darazdanînê serbixwe ye û mafê hemû kesayetiyan di bin parastina dewletê de ye. Dewleta demokratîk, li gor prensîba ‘wekhevîyê’ rê ji bikaranîna maf û azadîyên şexsî re vedike û wan diparêze. Bêguman dewleta demokratîk, di heman demê de dewleta sosyal e jî. Dewleta sosyal ew dewlet e ku li hember zagonan, wekheviya hemwelatîyên xwe diparêze û maf û azadiyên wan yên bingehîn, di bin parastina dewletê de ne.

Dewleta demokratîk, li gor prensîbên bingehîn yên demokrasiyê şekil digre û bi vî awayî, erka xwe bidest dixe.

Baş e, dewlet çawa derketiye holê? Ew saziyeke xwezayî yan çêkirî (qelp) e?

Feylesofên mîna Platon û Arîstotales yên yewman, dibêjin ku dewlet saziyeka xwezayî ye û wuha derketiye holê. Platon dewletê weke organîzmeyeke makro (herî mezin) dibîne û  bingeha dewletê jî, di xwezayê de û di tebîeta mirovî de dibîne. Platon dibêje ku, tu kes nikare bi serê xwe tenê hemû pêdiviyên xwe pêk bîne û lewma jî, pêdivî bi alîkariya hinekên din heye, ku ev jî encax bi rêya dewletê dikare pêk were. Şagirdê wî Arîstotales jî vê ramana Platon dipejirîne û dibêje ku, ‘mirov xwediyê taybetmendiya jiyana civakî ye û li cem wan, meyla ‘jiyanekê bi hevdu re’ jî heye. Çimku taybetmendiyên ku xwezayê daye mirovan, ew ancax di civakekê de dikarin vê yekê pêk bînin. Ji ber vê yekê ye ku dewlet, li cem mirov digihêje bingehekê û dibe berdewama xwezayê. Arîstotales dîsa gotiye ku damezranerê dewletê, ‘mirovê herî qencîxwaz e. Çimku qanûn tunebe, heywanê herî xirab bêguman mirov in.’

Ramangir û feylesofên mîna Rouseau, Hobbes û Locke jî, dewlet saziyeke çêkirî ye û ne xwezayî ye. Li gor T. Hobbes, mirov ji tebîetê xwe ve jixwerexwaz ‘egoîst’ e. Bi tenê, ji bo berjewendiyên xwe kar dike. Ji bo ku bi tenê ji bo berjewendiyên xwe têdikoşe ‘mirov, gurê mirov e.’ Ev yek jî di nav mirovan de rê li şer, pêvçûn û nerazîbûnan vedike. Lewma ji bo rêlibergirtina pirsgirêkan, mirov têne cem hevdu û sitûyê xwe ji otoriteyek raser re ditewînin. Bi vî awayî organîzasyona siyasî, ango dewlet dertê holê.

Rouseau jî, di berhema xwe ya bi navê ‘Peymana Civakî’ de dibêje: ‘Dewlet, di encama peymaneka ku mirovan di navbera xwe de çêkirine û ku dixwazin bi saya vê peymanê serbest bijîn, derketiye holê.’ Armanca vê peymanê ew e ku, mirov bi awayekî misoger bigihêjin wekhevîyê. Ev peyman, bi saya îradeya şexsan ya serbest, pêk tê.

Belê beşdarên ezîz. Mijara me berfireh e, kûr e û sînorên vê gotarê jî hene. Em kurd in, navê welatê me Kurdistan e, ku kevintirîn şaristanî ye û xwediyê nirxên netewî yên hevpar in jî.  Lêbelê ya ku divê bêtir were xurtkirin yekîtiya siyasî ya hemû hêzên kurda ye, ku meriv dikare vê yekê jî wekî xurtkirina serweriyê binav bike.

Hêviya me ya ku ji bav û kalên me weke mîrate maye, hêviya me ya azadiya welatê me û avakirina dewleta xwe ya netewî û serbixwe, hê jî zindî ye û di dilê me de dijî. Wekî ku serokê bizava rizgarîxwaza Kurdistanê nemir Mele Mistefa Barzanî jî gotiye ‘di dilê her kurdekî de Kurdistaneke azad û serbixwe heye.’ di dilê min de jî Kurdistaneke azad û serbixwe heye û ez jê bawer im ku dê em ê rojekê li welatê xwe azad û serbixwe bijîn.

Ev yek mafê me ê herî xwezayî ye, ku ji bo vê yekê me bedelên mezin jî dane.

Gul Y. Seven

17.11.2015

Jêder

1- http://www.felsefevan.org/xweza-u-dewlet-2.html

2- http://rudaw.net/NewsDetails.aspx?pageid=135692

3- http://www.felsefevan.org/dewlet-u-kurd.html

4- http://www.felsefevan.org/ismail-besikci-3.html

5- http://www.felsefevan.org/penas-unsur-u-taybetmendiyen-dewlete.html

6- http://www.felsefevan.org/dewlet-cawa-derketiye-hole.html

7- http://www.felsefevan.org/di-diroke-de-gotina-kurd.html

8- Felsefeya Dewletê ya Hegel. Prof. Macit Gokberk. pdf.

9- Dîroka Felsefeya Serdema Pêşîn û Navîn. Prof. Dr. Ernst von Aster.pdf.

10- Derheqê Dewletê de ramanên Hinek feylesofên Navdar. Cengîz Çuhadar. pdf.

Têbinî: Ev gotar, ji bo semînera Dezgeya Rewşenbîrî ya Duhokê hatiye amadekirin. Lê mixabin, ji ber pirsgirekekê taybet Gul Y. Seven bêgav maye ku Kurdistana Başûr şûnde bihêle û vegere Tirkiyeyê. Lewma jî, ew semîner pêknehatiye. Baweriya me ew e ku dê ji bo xwînerên kurdî sûdewer be.

Bersivekê binivîsin