Ebduselam Şadî (Selami Dogan): Pêdiviya bi zanîn û têgîhîştinê, di dilê herkesî de heye.

Ebduselam Şadî (Selami Dogan): Pêdiviya bi zanîn û têgîhîştinê, di dilê herkesî de heye.

Ebduselam Şadî (Selami Dogan): Pêdiviya bi zanîn û têgîhîştinê, di dilê herkesî de heye.

Bi navê Ellah… 

Pêdiviya însan a bi felsefê ji pêdiviya wî ya bi zanîn û bi têgîhîştinê tê; loma felsefe yekî ji esiltirîn û girîngtirînê pêdiviyên merûyan hatiye hesabkirin. Ji berê da çêj û lezeta zanîn û têgîhîştinê yekî ji berzetirînê heqîqîyên însan hatiye hêjmartin. A Felsefe ye ya ku meruyan digîhîne vê lezeta berz û bala; ev jî ji wê felsefa ku bi me’na hezkirina ji zanînê ye, hatiye hilçinandin.

Pêdiviya bi zanîn û têgîhîştinê, di dilê herkesî da heye, herkes hezdike ji pirsên di bara hebûna xwe û ya heyiyên mayi da agahdar be duvra jî bersivê wan pêda bike daku bikare vêra jiyana xwe li ser bingehek mihkem daîne.

Esasen, pêdiviya bi felsefê di her war û wargêhê jiyanê da xwe nîşan dide, wekîniha: Gava em bixwazin hebûn û nebûna tiştekî biçespînin, ji felsefê sûd werdigrin,  gava em dibên: Giştê parsûyê sêgoşê 180 derece ne,  yan jî dibên: Hewlêr paytextê Kurdistan’a Azad e, duvra jî dibên: Van hevokana bi realîte û rastiyê ra li hev hatîne,  guncan in, ev “lihevhatîbûna bi rastiyê ra”  tê çi me’nê,  “rastî” û “realite”  çi ne?  Gava em dibên: Xwendekar jibona bigîhîje armanca xwe divê bixebite,  “armanc” yanê çi?  Pîvana wê çi ye?  A ev têgehên hanê û yên wek wan di felsefê da tên vekolandin,  felsefe bersiva wan dide.

Bi awayê kin û kurt: her royê Xwedê di hem û kar û barê xwe da em ji felsefê sûd werdigrin bê ku haya me jê çêbe me karekî felsefî kiriye! Felsefe madda “Esîrê ye jibona têgehên kullî,  di hemûyan da sirayet dike,  xwe berdide nav tevan, merû bi qasî quwet û qudreta xwe bi xêra felsefê ji kurahî û dirêjiya wan gelek dur û gewherên giranbihayê zanînê deraniye û dertîne û li pêşberî me daniye û datîne!

Selami Dogan

10.03.2016 

Bersivekê binivîsin