Şev Min Xewle Dike

Şev Min Xewle Dike

ŞEV MIN XEWLE DIKE

 Çi tiştê hatiye serê min û yên ewê were serê min giş bela hebûna min e. Ez bedela  hebûna xwe  bi hezar tonan giraniya xeyalên xwe yên ku li hêviya mexlubuyeta xwe, bi peyvên xwe yên ku zewqek belasebeb dide min û bi êşa tengezariyek metafizîkî  didim. Xwezî bedela hebûna min ev tenê ba.  Gelo ji ber hebûna xwe ez çi xweliyê lî serê xwe bikim.

  Tenêtiya min bi tirsên min û kabûsên min nayê gûhertin. Lewre her mirov meytekî firar kiriye. Armanca vî meytî ya sereke vê tenêtiyê xera bike û agirê wê bitemirîne û piştre lehengekî qeşmer biafirîne. Qeşmerkî teqez reben û têra xwe rezîl. Berî hertiştî ew deyndarê meytê xwe ye. Ev qeşmer dest bi pêxemberiyê dike û nahêle hesabê hebûna xwe bibîne. Di bin barê dîrokeke barbar de û tije lehengên wekî wî. Di bin qedereke ji zû ve hatiye mexlûpkirin û li hêviya qiyameteke bê çirûsk û kosmoseke tarîtiyê di pejiqîne  de…

 Hêsirê qehpikekê ji yê melakî û keşîşekî bi qimetir e. Ev civak bi waaz û şiretan li ser linga dimine. Lewre tenê mele û keşîş waaza venade yên ku nebûne mele û keşîş jî, ji xwe li herderê wan bi sixtekarî teqlid dikin û waaza vedidin. Xwezî ji dêvla vê civaka heyî, civakek li gorî şîret û waazên qehpikekê ava biba. Wê çaxê dibe ku haya mirovan ji vê komediyê çêbiba.

Ez difikirim ez çi bikim? Divê ez zagonên vê gerdûnê (an jî yên hebûnê) fêm bikim. Gelo sirra vê gerdûnê çi ye? Difikirim. Lê mixabin, ev ne pekan e. Lewre bi îxtimaleke mezin afirînêr bi me dilîze. Hem jî bi tilîkan.

    ….

            Heta tu ji tiştekî dûr nekeve, tu di wî tiştî de tê nagihêje. Gelo ev ji bo ‘têgihiştinê’ bi xwe jî ne derbasdar e? Ji xwe ji bo ku organên me yên  pêheskirinê me nexapîne tu sedem tune ye.

    ….

            Li gerdûnê nêzîkî du sed û pencî mîlyar galaksî hene, dibe ku hîn jî zêdetir bin, Di galaksiyekê de bi milyaran stêrk hene. Her stêrkek xwedî pergalekê ye û çûk mezin bi hezaran cisim û planet li dora wê dizîvirin. Ew jî li dora navenda galaksiya xwe dizîvirin. Em ji sibehê heta êvarî li pê wê dizîvirin. Belê hinek jî gav û saet li pê hineka dizîvirin.

     …

            Bêgûman tu tiştekî ‘bêgûman’ tune ye.

  …

            Zagona Termodînamik a duyem wiha ye; di gerdûnê de hertişt – belê tiştê ‘pîroz’ jî- ewê hêdî  hêdî xira bibin û birizin, Ên wek me ew ê piştre genî jî bibin. Xweziya min bi yên din.

    …

            Kes nizane em ji bo çi hene? Gelo em bi rastî jî hene? Ez bigûman im. Lewre made, mirov, dar, zinar welhasilî hertişt vikî vala ne. Tiştek di naveroka wan de tune ye. Lewre dibingeha made de atom hene. Atom jî ji sedî 99,9999999999999 vala ye. Jiber kû hertişt ji made pêktên ev valahî jibo hertiştî derbasdar e. Çîroka me ya hebûnê ji gîzemekê hatiye û ev gîzem bi xwe tenê ji mirova re gîzem e, ji yê ku bûye sedema vê gîzemê ne xem e.

  …

            Ez êdî ji pir tiştî aciz bûme. Ji ber her roj xwarin û vexarinê. Ji ber her roj serşoyê. Ji ber her roj çûyina ser gû.

   …

            Eger mirov wek hirça, ji şeş mehan şûnde dev ji hev berdin û bitena serê xwe bi çol û çepela bikevin, wê çaxê belkî dereceyekê êş û elema hebûna wî/ê kêm bibe. Çenekî bitemire. Dibêjim qey yekî ji min re got lê şaristanî. Ax! Ax!

   …

Farûq KARABAT

27.01.2016

Heke çavkanî neyê nîşandin, wergirtina nivîsan qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin