Şikparêziya Descartes

Şikparêziya Descartes

Gelo çima Descartes gotiye ku ‘difikirim; nexwe ez he me?’

Şika Metodîk: Rêbaza şikê ya ku Descartes ew bikar aniye, li Ewropayê û li hemû dinyayê, ramana nûjen xistiye bin bandora xwe û bûye rêbazeke baş ya hilberandina zanayiyê.

Descartes wiha gotiye:

1- Em bibêjin ku ez di xewnekî de me û cinekî ku dikare hemû tiştî bike, min dixapîne. Mesela em bibêjin ku ew heyberan/nesneyan, bi awayekî cihêreng nîşanê min dide. Encax ez di xewn de bim jî, wiha bifikirim ku ez ji layê cinekî ve tême xapandin jî; yê ku tê xapandin û nesneyan cihêreng dibîne, dîsa ez im.

2- Şikkirin, pêhisîn û tirsîn û gelek tiştên din, fikirîn e. Heke şikkirin, fikirîn be û yê ku di şikê de ye jî ez im; difikirim; nexwe ez he me. (Cogito ergo sum.)

Descartes berî her tiştî dixwest ku xwe bigihîne binegeheke zexim û bi vî awayî xwe ji hemû gumanan xilas bike. Heke hebûna min ji şikê dûr be, ramanên min yên ku ez wan tînim zimên jî; dê ji gumanê dûr bin. Lewra, ji ber ku wê ew jî ji hebûna min der biçin, wê ne gumanbar bin.

Li gor Descartesî, bi vî awayî pêkan e ku mirov xwe bigihîne zanayiya rast û misoger, weke zanayiya matematîkî.

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com

09.07.2015

Bersivekê binivîsin