Siyaset û Civak

Siyaset û Civak

Li hemû welatên pêşketî û modern, siyaset û siyasetmedarî li gor hêvî, daxwaz û rewşa hemwetiyan dimeşe û siyasetmedar jî, xizmetkarên gel û miletê xwe ne. Bala gel jî ji siyasetê bêtir li ser wêje, huner, xwendin, felsefe, zanist û xweşhaliya civakê ye. Lewma jî em dibînin ku di civakên wiha de, herî zêde qîmeta mirovên hunermend, zanyar û wêjekaran, ji siyasetmedaran zêdetir e.

Lêbelê li welatên mîna welatê me jiber ku em hê azad nebûne, siyaset û siyasetmedarî, cihekî pirr girîng vedigre û siyasetmedar jî hema hema meriv dikare bibêje ku her tişt in. Zanyar in, feylesof in, wêjekar in, hunermend in û hwd. Siyaset jî, gelek caran ne li ser bingehên aqlî û rewşa civakê, lêbelê li gor dil û daxwaza siyasetmedaran pêk tê; çimku siyaset bi xwe jî li ser bedelê û xwînê xwe ava kiriye.

Di rewşeke wiha de jî dengê gel, hêvîyên pileyên civakî û hemwelatiyan, zêde nayê bihîstin. Lewre a girîng ne daxwaza gel, lêbelê tevgerîna li gor dilê siyaseta serdest e.

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
03.02.2016

Bersivekê binivîsin