Siyaset û Etîk

Siyaset û Etîk

Siyaset û Etîk 

     Pêşîya 80’an bû ku rojekê em çend heval bi hevre dîsa derketibûn derve û di nava bajarê Wanê de li ser diwaran sloganê xwe ê helbijartî dinivîsand. Piştê boyaxê me qedîya em hatin mal û rehmetî bavê min jî li malbû û li eywanê rûniştîbû. Rewşa me temaşe kir ku li ser cilê me hin lekeyên boyaxê dît û bi tonekî bilind got; ” Ka bêjin we dîsa çi kirîye? Ji tirsa , min nekarî ez bersîva bavê xwe bidim. Hevalek me bi navê Gurgîn ku niha li Swedê dijî bersîvand û got, wele ezbenî me di nava bajêr de li ser diwaran hin sloganan nivîsand û piştê hingê em hatin mal. Bavê min pirsî ka me çi nivîsandîye. Gurgîn jî got, ezbenî me slogan ê bijî azadî, bijî Ala Rizgarî û her wekî din bijî Kurdistan nivîsî. Bavê min got; ”Kuro hûn çiqasî ehmeq in, ma mirov wisa dinivîsîne. Ma mebesta we çîye, gelo, ma ne ew e ku hûn dixwazin kurdan hişyar bikin ku bibin yek….. Me jî got rast e, divê kurd bibin yek û ji bo hişyarbûna miletê me em wan tiştan dikin. Îcar bavê min got ”ma mirov bi wan sloganan dikare milet hişyar bike, bi sloganê bijî azadî, bijî Ala Rizgarî û ez nizanim çi quzilqurt. Kuro herin û binîvîsînin, ”em dîya we…xuşka we….. mal û milkê we û çiqasî nifirê xirab hene bibînin û binivîsînin û bindejî binivîsînin, AP,

CHP, MHP û MSP. Îcar hûn ê bibînin di demekî kurt de kurd çawa hestyar û hişyar dibin û dibin yek.
Me îtiraz kir û got, ew nabe û ne exlaqîye. Bavê min jî got, wele hûn hemû ehmeq in û bi vê aqlê ji hûn ê tiştekî jî peyda nekin. Ma sîyaset çîye û exlaqê sîyaetê jî heye, de ka herin lo û li ber çavê min winda bibin û hêrsa min jî neynin. ”….

Sal derbas bûn, lê me gotina bavê min guhdarî nekir û em li ser etîk û exlaqê xwe man û bi sloganê xwe re çalakîyên me domkir. Sîyaseta kurdî heta niha jî bi lewnê cuda tekoşîna xwe li ser hin bingehê exlaqî berdewam kirîye. Salên borî sloganê wekî azadî, ronahî, wekhevî û azadîya Kurdistanê bû, îro hindek guherîye û bûye beşek biratîya gelan. Lê kurd ne bi bi awayê ku me bireve dibir zêde bû û ne jî bi awayê nû zêde dibû. Heta ku, HDP wekî partîyê biryar da ku bi serê xwe beşdarîya helbijartinan bibe. Îcar slogana ” seni başkan yaptirmayacagiz” derket holê. Ev slogan rayedarê AKPê û herwiha serokkomarê Tirkîye Recep Tayyip ê gelek aciz kir û dibe ku refleksa wî ya acizbûnê gihîşte wê astê. Îcar dest bi negotinê gelek ne xweş kir. Mêrik we qise kir, hema ne ma ku bêje a dîya we……., xuşka we…… û mal û milkê we…..nim !….

Bi zanistî an jî bi nezanî kir, eva babetek din e û divê were nirxandin. Carna parastina mafê mirovan, teorîyên mafparastî, sîyaseta rast ên ku li ser heq hatîye avakirin, an jî analîz û pêşkeşkirina felsefî, têra hişyarbûna mirovan an jî miletan nake. Heta di nav nakokîyê malbatan de jî ev metoda heq û rast têra çareserîyê nake. Hin lêkolîn li ser vê babetê jî hene. Li ser vê babetê hin nêrînen min hene û ez dixwazim di rojên pêş de li ser vê mijarê dîtinên xwe binivîsînim. Lê em vê mijarê bihêlin careke din û biçin li ser mijara xwe.

Ev gotinên nifirbazî û neheqî li cem kurdan hestek nû peyda kir û kurd bi giştî hişyar bûn û biryar dan ku hemû bi hev re reyê xwe bidin HDPê û bi bawerîya ku HDP dikare xwedî li wan kurdan derkeve. Kurd bi helwesta AKP û bi taybetî jî dijê neheqîya serokkomar xwedî li reyên xwe derket û bi hevbûnekî harmonîk tevgerîyan. Helbet ev rewş li cem hemû kurdan û li cem min jî cihê şanazîyê bû ku kurd tu carî, ne pêşîya 80`an û ne jî heta îro hewqasî hestyarîya xwe nîşan ne dabû. Her çiqasî ev rewşa îro cihê xweşhalîye jî, lê li cem me ê bakurê Kurdistanê hestê netewî kêm e. Îcar sloganê me bûye biratîya gelan, aştî û azadî. Guman heye ku di rojên pêş de, aqilmendek metînkaran derkeve û wekî RTE ehmeqî neke û dîsa bi biratî û aştî kurdan bixapîne. Li cem Kurdan jî, hewqasî hestê netewî çênebûye ku neyên xapandin û li benda ehmeqek jî bisekinin, dikane proseyek dirêj be. Lê divê her kurdek bizanibe, di nav slogana biratîya gelan de xêrî tune û ji xapandinê re jî zemîneyek peyda dike.

Sultan Arslan
01.11.2015

Bersivekê binivîsin