Taybetmendiyên Şika Metodîk Ya Descartes

Taybetmendiyên Şika Metodîk Ya Descartes

Taybetmendiyên Şika Metodîk Ya Descartes

Renê Descartesê fîlozof, zanyar û matematîzan, di 31 Adara 1596 an de li navçeya Tourainê, li La Haye’yê hatiye dinyayê. Babê wî hiqûqzanek bû û Descartes di malbatê de wek zarokê çaremîn hatibû dinyayê.

Rene Descartes ji zayîna xwe ve zarokekî narîn û şikestok bû. Di dema zayînê de hindik maye ku bimire. Piştra bi xêra dêşîra xwe, xwe bi ser hev ve daye û jiyana xwe domandiye. Lê narîntîya laşê wî, carinan bi kêrî jî dihat. Mesela li dibistanê roja lehdê hemû zarok serê sibê zû radibûn, lê ew heta wextê nîvro radiza. Di demeka kurt de, pêderxistin ku Descartes zarokekî aqilraser e. Heta heşt saliya xwe, ji aliyê mamosteyên taybet ve hatiye perwerdekirin.

Di sala 1604 an de, ji bo xwendinê wî dane dibistaneka cizwîtan. Ev dibistana ku bi navê ‘La Fieche’ dihat nasîn, di wê demê de yek ji wan dibistanên herî baş yê Ewrûpayê bû. Descartes di vê dibistanê de deh salan hatiye perwerdekirin û di nav van deh salan de dersên qlasîkên yewnan û romayê, zimanê fransî, mûzîk, şano, siwarî û eskrîmê sitandiye.

Dibistana La Fieche di warê felsefeyê de girêdayê dazanîna Arîstoteles bû û perwerdeyeka skolastîk dida xwendevanên xwe. Descartes dibêje Şika Metodîk ya ku min bingeha wê avêt, di demên vê dibistanê de ku wek barekî giran bû li ser pişta min, hatiye hilberandin.

Piştî qedandina La Fiecheyê, Descartes dikeve Zaningeha Poitiers û piştî du salan dîplomeya hiqûqê wergirtiye. Lê wî hiqûqzanîyê an jî ev bibêjin parêzerîyê nekir û di dewsa vê yekê de bi armanca xwendina pirtûka dinyayê’ û vekolandina kesayetîya (xwebûna, benlîka) xwe dest bi nivîskariyê kiriye. Di vê dewrê de Descartes xwe hê jî xwe nezan dihesibîne û dibêje ku ji bo zanîna tiştekî, an jî cudakirina başî û xirabiyê, ez hê ne xwediyê tu pîvanekî me û dikeve nav lêgerîneka bi vî rengî.

Di sala 1618 an de Descartes diçe Felemenkê û bi dilê xwe, xwe li Artêşa Orangê dinivîsîne, beşdarê Şerên Sih Salan dibe, lê di dema şer de tu carê yekser nakeve pêvçûnan. Leşkerîyê derfeta fikirîna kûr daye wî. Di sala 1619 an de xewnekî dibîne û wiha difikire ku di dawîya vê xewnê de cogito ergo sum; ango, bingeha zanistek nû avêtiye. Di navbera salên 1621 û 1628 an de piştî geştên xwe yên Macarîstan, Fransa û Îtalyayê, li Felemenkê bi cîh dibe.

Bi taybetî jî pirtûkên xwe yên bi navê Axaftinên Li Ser Rêbazê, Medîtsayon û Hêmanên (Prensîbên) Felsefeyê dinivîsîne û bi nivîsandina van pirtûkan re jî bi bêolîtîyê (dînsizîyê) hatiye tawanbar kirin û jêre kartezyen-bêol hatiye gotin.

Pirtûkên wî, dikevin nav lîsteya pirtûkên qedexe.

Hê di dema dibistana Cizwîtan de jî, xebatên Galileî, Kepler û astronomîyê dişopand û di dibistanê de jî beşdarê komên ku xebatên bi vî dişopandin, dibû. Di vê dewrê de bala xwe dide geometrî, fizîk û optîkê û ev baldarî, wiha demekî din dom dike. Di vê dewrê de pirtûkên wî yên Diyoptri (bi mercekê re têkildar e) û Meteors (kevirên esmanî re têkildar e) têne weşandin.

Lê bi taybetî Descartes bi dîtina Analîtîk Geometriyê re navdar bûye.

Denklema Kartezyen: x3 + y3 = 3axy

Denklema Parametrik: x = 3at/(1 + t3),  y = 3at2/(1 + t3)

‘Tiştekî ku misoger e, heye.

Ji rastbûna tiştekî şikkirin.

Şikkirin, fikirîn e.

Fikirîn jî, hebûn e.

Nexwe, hebûna min bêşik e.

Difikirim, nexwe ez heme.

Zanayîya yekemîn, ev zanayîya zexim e.

Niha jî ez dikarim hemû zanayiyan ji vê zanayîyê derbixim.’

‘Erdem, tekane rêya bextewarîyê ye. Mirovê ku koleyê navajoya xwe ye, dikare encax bigihêje xweşiyên demî. Dawiya vê yekê, êş û kerx e.’

Descartes (Ji pirtûka wî ya bi navê Dildariyên Rih)

Sê rêyên gihêjtina bextewarîyê hene.

1– Bi awayekî rast, zanîna rastiyê.

2- Xwestina rastiyê.

3– Devjêberdana xwestekên ne gengaz.

Di Reşemîya 1650 an de li Stockholmê ku li ser vexwendina şahbanûya Swêd çûbû wê derê, bi nexweşiya zatûreyê dikeve û dawî li imrê wî yê berhemdar tê.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin