Têkiliya Pejirandinê

Têkiliya Pejirandinê

Pejirandin, pêwîstiyekî  hebûnê (eksistens) ye. Ji aliyekî ve, em bi hebûna xwe re û aliyêk din jî em bi yên din re têkildar in. Mirov bi kûrayî  bi kesên din re girêdayî ye, da ku bikaribe xwe bi pêş ve bibe û hebûna xwe bide pejirandin.  Bi gotineke din; mirov tenê bi hevdu re dikare bi pêş ve biçe û herwiha, bi hebûna xwe re dikare serbixwe be û bi xwe bawer be.  Eger mirov ji aliyên hin kesan ve neye ditîn û neye perijîrandin, derfeta baweriya ji xwe jî kêm dibe.

Têgeha <hevûdu pejirandin> pedagojîk e û li ser têkiliya di navbera mirovan de hatiye avakirin. Têkiliya pejirandinê îro bûye teorî,  zanyarî û metodekî ku lêgerîna çareseriya ji bo têkiliya di navbera însanan de.  Ev zanyarî  bi taybetî di nav beşa pedagojiyê de her diçe bi pêş ve diçe û herisandina li navbera mirovan, bi hevdu re xweştir dike.  Teorî û zanyariya  ku bûye metoda bikaranîna li ser têkiliya mirovan,  bingehekî  û têgihiştinekî taybetî  ji bo nifşê diwarojê re durust dike û dibe sedemê civatekî  bi xwe bawer .

Teoriya têkiliya pejirandinê ji aliyê psykolog Ph. D. Anne Løvlige Schibbye ve hatiye avakirin. Ev teorî li ser bingeha terapiya malbatan û herwiha bi lêkolîn, li zankoya Osloyê hatiye peyda kirin. Piştre ji aliyê pedagog  Berit Bea ve wekî tezekî taybetî  di nav pratîkê de hatîye bikaranîn û êdî bûye metodekî ku di nav karê pedagojîyê de.

Anne Løvlie Schibbbye teoriya xwe a <têkiliya pejirandinê> ji  peyama eksistentializmê  girtîye ku filozofa Elmanî Georg Wilhelm Friedrich di salên 1807an de anîbû zimên;  ji bo pejirandinê divê wekhevî û beranberî hebe. Ji bo pêkhatina vê jî divê herdu alî bi hevre têkildar bin, guhdariya hevûdu bikin, nêrînên xwe bi hevdû re bişewrînin û bergehên xwe bi hevûdu re biguherînin,  da ku bikaribin bi demkî bi çaveke din dunyayê temaşe bikin.

Wateya peyva pejirandinê nêzê pesendkirinê ye jî, lê pejirandin ne tenê pesendkirin e. Pejirandin li ser awayê vekirî û wekhevîxwaz bi hev du re têkildarbûne û dîtineke ku însan têkildariyekî subjekt-subjek bi hevdu re peyda dike û tê wateya ku mirov yeke din wekî hev, eynî û mîna hev dibîne û bi wê awayê dikeve di nav têkiliyan de.

Di nav civata me de jî pêwîstî heye û divê têkildariya pejirandinê di navbera mirovan de ava bibe. Hem  di nav malan de,  wekhevî  di navbera dê-bav û zarokan de  û hem jî di nav sazî û rêxistinan de, divê têkilî li ser bingeha hevûdu famkirin, têgihîştin, vegotinbêjî, rêzgirtin re bête ava kirin. Ev cure têkildarî, bandorê li ser ragihandin û têkiliya medyayê jî dike ku civak, hemû bi hevdu re hevpêwendiyek harmonîk çêdike.

Çavkanî

Anne – Lise Løvlie Schibbye: Relationer, 2010, Akademisk Forlag

Berit Bae: Voksnes definitionsmagt og børns selvoplevelse, Social Kritik 47

Sultan Arslan

rojbinzeri@hotmail.com

12.07.2015 / Kopenhagen

Bersivekê binivîsin