Têkiliyên Hawirdorî yên Organîzmayê

Têkiliyên Hawirdorî yên Organîzmayê
Hawirdoreka organîzmayê heye û organîzma, li wê hawirdorê dijî. Xwezaya ku tevgerên mirovan behrêlî dike, hemû mirovên din û hilberên kulturê yên cihêreng, wekî hawirdorê têne bi nav kirin. Organîzma hem bandorê li hawirdorê xwe dike û hem jî, di bin bandora hawirdora xwe de dimîne. Ango, organîzma û hawirdora wî/wê, her dem di nav ketumetbûnek bêrawest de ne. Organîzma ji tevahiya şert û mercên hawirdora xwe, ketumet dibe. Di vê mijarê de ûnsûra yekemîn ya ku dertê pêşiya me, peyva hişyarker e.
Danasîna Hişyarkerê
Hemû pêkar/faktorên hindûrîn û der, yên ku bandorê li organîzmayê dikin û livok/organên organîzmayê hişyar dikin re hişyarker tê gotin. Wekî şewq, germahî, tênahî, birçîtî, têhm, bêxewî û hwd.
Hişyarker: Uyarıcı
Vebizav/Bertek
Tevgera organîzmayê ya vekirî ye, ku di dema hişyarker bandorê lê dike û organîzma di bin bandora hişyarker de dimîne, nîşan dide.
Vebizav/Bertek: Tepkî
Rewşa Hişyarbûnê
Ji têkiliya hişyarker û vebizav/bertekê re rewşa hişyarbûnê tê gotin. Pêdiviya hemû mirovan, bi hişyarbûnê heye. Di rewşa kêmhişyarbûn û zêdehişyarbûnê de, rewşa normal ya organîzmayê xira dibe û organîzma hevkêşeya xwe wenda dike.
Rewşa Hişyarbûnê: Uyarım
Hişyarbûna Zêde [Zêde Hişyarbûn]
Mirov, dema ku ji rewşa normal zêdetir têne hişyarkirin, ev rewş dertê holê. Hişyarkerên ku doz û hejmara wan gellek zêde ye, parseng/dengeya organîzmayê xira dikin û ahenga organîzmayê xira dikin. Wekî: Şewqeka pirr zêde, dengekî pirr bilind, êşa diranan ya pirr zêde, sermayeka mezin û hwd…
Hişyarbûna Zêde: Aşırı Uyarım
Hişyarbûna Kêm [Kêm Hişyarbûn]
Hişyarbûna organîzmayê ya ji rewşa normal kêmtir e. Organîzma ji bo ku bikaribe rewşa xwe ya normal bidomîne, pêdiviya wî/wê bi hişyarker e heye. Ev hişyarker dibe ku dengek be, şewqek be, germahîyek be an jî heyînên ku tevdigerin be. Çimku, ev hişyarker alîkariya organîzmayê dikin da ku ew rewş û dengeya xwe bikaribe di rewşeke normal de bidomîne. Dema ev yek pêk nayên, rewşa hişyarbûna kêm derdikeve holê.
Hişyarbûna Kêm: Yetersiz Uyarım
Têbinî: Ziravbihistyariya livokên me yên sehekî, li gor rewşa organîzmayan diguhere. Ango hinek organizma, hişyarkeran zû dibihisin û hinek jî, dereng dibihîsin.
Ali Gurdilî
Çavkanî: Destpêka Zanista Psîkolojiyê – Ali Gurdilî
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021