Teoriya Agir ya Herakleîtos

Teoriya Agir ya Herakleîtos

Gerdûn, ne ji aliyê xwedayan û ne jî, ji aliyê mirovan ve hatiye afirandin. Ew herdem hebû û agir bû. Wê heta bêdawiyê jî, dê hebe û wê agir be. Lewra, hilika her tiştî agir e. Tovê her tiştî agir e û wê carekê din, biqulipe ser agir. Madeyên din, şeklê agir yên taybetî û corê agir in û her tişt, bi agir tê guhertin. Agir, xwe bi madeyên heterojên diguherîne û wisa jîndar dimîne. Agir, dikeve naveroka wanekan û heta bêdawî, tê veguhêrîn û dibe yekîtî. Destpêk û diwaroja her tiştî û made bi xwe jî, agir e. Agir cosmîk e û dibe hewa. Hewa dibe av, av bi axê tê veguhêrîn. Ev riya berbijê e. Di riya berbijor de jî, ax dibe hewa û bi agir tê veguhêrîn. Û ev herdu rê jî, mîna hev in. 

Herakleîtos | B.Z. 530-475 – Teoriya Agir

Bersivekê binivîsin