Utopya û Utopyayên Sereke

Utopya û Utopyayên Sereke

Utopya û Utopyayên Sereke| Ali Gurdilî

Utopya modeleke civakê ye, ku ji aliyê ramanweran ve di hiş de hatiye pêşnûmakirin. Pêkanîna wê ne gengaz e/bêîmkan e û modêleke civakek bêkêmasî/tequz e, modêla civakek xeyalî ye. Hinek ramanweran, bandêra dewletên xwe rexne kirine û bi vî awayî utopya, weke ramaneke derketiye holê. Helbet mirov dikare bibêje ku, ji ber kêmasî û tengasiyên bandêrên/sîstemên wê demê, ramana utopyayê derketiye holê.

Mirovî, dikare utopyayan bike du beş û wiha şirove bike…

1- Utopyayên Ku Têne Xwestin

2- Utopyayên Tirsê/Dîstopya

A- Utopyayên Ku Têne Xwestin: Di van utopyayan de wiha tê xwestin ku, bila mirovî şad û bextewar bijîn û vê yekê vedibêjin. Utopyayên sereke yên ku weke yên baş tênd dîtin jî li jêr in…

1- ‘Dewleta’ Platon: Di dewleta Platon de civak, ji 3 çînan pêk tê. Karkerên ku erdema wan xebat e, leşkerên ku erdema wan wêrekî ye û rêveberên ku erdema wan edalet e. Di vê utopyayê de dewlet di heman demê de wek saziyeke perwerdehiyê jî kar dike. Hemwelatiyên dewleta Platon, li gor hegînên xwe têne hevotin û dibin xwedîkar. Di dewleta Platon de ji bo leşker û rêveberan, malhebûn/mulkiyet- serwet qedexe ye.

2- ‘Bajarê Xwedîerdem’ ya Farabî: Farabî, ji ramanên Platon ketumet bûye û di bin bandûra wî de maye. Di vê utopyayê de behsa dewleteke îdeal dike û wiha dixwaze ku bila civak ji layê mirovên xwedîerdem ve were birêvebirin. Li gorî Farabî, rêveber divê ku ji Xwedê bawer bikin; rastgo, jîr, nefsbiçûk, dilzîz û ji layê rih ve zexim bin.

3- ‘Utopyaya’ Thomas Moure: Thomas Moure di utopyaya xwe de civakeke bêçîn/bêtebeqe pêşnûma kiriye ku di vê civakê de mulkiyeta taybet tune û prensîba wekheviyê, lê serwer e. Moure wiha bawer dike ku çavkaniya bêedaletî, xirabî û bedbextiyê, mulkiyeta taybet e.

Li gorî Moure dewlet, divê demokratîk be û rêveberên dewletê jî, divê ji layê hemwelatiyan ve werin hilbijartin. Di vê dewleta utopîk de pere/dirav nayê bikaranîn, lê di dewsa peran de mal têne takaskirin.

4- ‘Welatê Rojê’ ya Campanella: Campanella di vê berhema xwe de dewletek îdeal pêşnûma kiriye. Rêveberên dewletê fîlozofên olî ne, ku ji gellek aliyan ve baş hatine perwerdekirin. Hemû mirov, bi hevdu re xwediyê hemû tiştî ne. Di civakê de, mulkiyeta hevpar serwer e. Mirov di rojê de 4 seetan dixebitin. Dema mayî jî; ji bo huner, xwendin, nivîsandin û bêhnvedana ruhên xwe derbas dikin.

5- ‘Atlantîsa Nû’ ya Francis Bacon: Bacon di vê berhema xwe de, civakeka ku li ser bingeha zanistê hatiyê avakirin, pêşnûma kiriye.

B- Utopyayên Tirsê: Di van utopyayên tirsê de armanc ew e ku şexs, li hember zordestiyên bandêrên ne demokratîk werin hişyarkirin. Ji rewşa civakên îroyîn, rewşa civakên siberojê/paşerojê tê pêşnûmakirin.

1- ‘Dinya Nû’ ya Alex Huxley: Huxley di vê utopyeya xwe de ji hêla zanist û teknolojiyê ve, behsa civakeke gelek pêşketî dike. Mirov, li gor pêdiviyan li kargehan têne hilberandin û li navendên taybet têne xwedîkirin. Malbat û zewac, bi temamî ji holê rabûye. Taybetmendiyên kulturî û bîra dîrokî, ji holê hatiye rakirin. Ji ber vê yekê jî, gelek caran mirov ji rê derdikevin û xwekuştin jî, di civakê de gelek zêde ye.

2- ‘1984’ a George Orwell: Di ‘1984’ a George Orwel de rêveberiyên zordest, têne rexnekirin. Di vê utopyayê de zordestiya dewletê pirr dijwar e û heta tê wê radeyê ku mirovî, hişê xwe winda dikin. Mirovî dikare bibêje ku utopyayên ku têne xwestin û utopyayên tirsê jî, wekî alternatîva bandêra siyasî a ku heye, têne dîtin.

Belam, di van rojên dawî de, di dewsa ‘Utopyayên Ku Nayên Xwestin’ de, peyva ‘Distopyayê’ tê bikaranîn. Distopya, (antî-utopya. Bi yewnanî dystopia) bi pirranî ji bo dijberê civakek utopîk de tê bikaranîn. Ango, antî-utopya ye. Civakeka distopîk; civakek zordest, tehdekar, otorîter-totalîter e yan jî em bibêjin, ku sîstemeka zordest bikar tîne. Ev peyv, cara yekemîn ji aliyê John Stuart ve hatiye bikaranîn. Dema ku mirov zanayiyên John Stuart dide ber çavan, mirov dikare bibêje ku wî vê peyvê ne di wateya ‘berevajiya utopyayê’ de, belam di wateya ‘cihekî xirab’ de bikar anîye. Bi yewnanî tê wateya <xirab-dys> yan jî, <nexweş yê dereadetan.>

Hindek Berhemên Distopîk  

1- Hezar û Nehsed û Heştê û Çar – George Orwell

2– Cotgeha Heywanan – George Orwell

3- Ez (roman) – Ayn Rand

4- Dinya Wêrek Ya Nû – Alex Huxley

5- Em — Yevgeni Zamyetin

6- Fahrenheit 451 (pirtûk) – Ray Bradbury

7- The Handmaid’s Tale — Margaret Atwood.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

06.04.2014

Jêder

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/utopya-u-distopya.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye.

Bersivekê binivîsin