Xebat û Lêkolînên Projeya ScanPyramidsê

Xebat û Lêkolînên Projeya ScanPyramidsê
Komeke pisporên navneteweyî yên bi projeya “ScanPyramids” lêkolînên xwe li ser pîramîda Keopsê pêk tînin, eşkere kirin ku îhtimala du odeyên ne vedîtî yên di gora Keopsê de ne pirr zêde ye. Gora Keopsê 4.500 salî yek ji heft nûwazeyên cîhanê ye. Pispor li bakur-rojhilatê gora Keopsê qelîştekek dîtin ku bi qasî 105 metreyan dirêj e û qelîşteka din li bakurê pîramîdê ye.
Pispor bi hêvî ne ku bi projeya ScanPyramidsê hin qelîştekên din yên bi navenda gora Keopsê ve girêdayîne tespît bikin. Pîramîda Keopsê li deşta Gîzeyê, tenişta bajarê Qahîreyê, bi şemla xwe pîramîdên Kefren, jê re Kafre jî tê gotin û Mîkerînos û dîsa peykerên bi nav û deng Sfenks dorpêç dike. Pîramîda mezin li ser daxwaziya Keopsê hatiye çêkirin, Keopsê ji xanedana çaremîn 2.600 beriya Zayînê li Misirê fermandarî kiriye. Şûnwarnasên li seranserê cîhanê bi hêviyeke xurt projeya Scanpyramidsê dişopînin û li benda bidest xistina encamên girîng in. Bi taybetî lêkolînên li Gora Toetenchamonê dişopînin û dixwazin derbarê gora wî de her tiştî bizanin.
Metîn Eser
Çavkanî: BELGA / 19.10.2016
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021