Xweza di Felsefeya Arîstotales de

Xweza di Felsefeya Arîstotales de

Xweza di Felsefeya Arîstotales de

Di felsefeya Arîstotales (B.Z.384-322) de xweza, hêmaneke tevgerînê ye, her dem diguhere û xwediyê bandêrekê/sîstemekî ye. Di xwezayê de tu guherînên bêrêzik/serberdayî tune nin û hemû guherîn bi rêz, bêrawest û xwedîarmanc in. Lewra, ev guherîn <teleolojîk> in. Ango di pêşiyê de ew encamê tiştekê ne, ku ew jî di xwezayê de ji xwe hene. Lewra, xweza dewr û dewranên din, ji nav xwe derdixe/diafirîne.

Li gor felsefeya Arîstotalesî, xweza xwediyê du hêmanên bingehîn e.

1- Guherînên ku di xwezayê de çêdibin bi rêz, bêrawest û xwedîarmanc in. Lewra, ev guherîn bi awayekî <teleolojîk> çêdibin. Bi gotineka din: Ev guherîn ji tiştekê xwezayî çêdibin û piştra, xweza domeneke/heyameke din ji nav xwe derdixe holê û ev guherîn jî, guherînên hûndirîn in.  

2- Guherînên xwezayî, bi hêlaka qenc ve ne. Lewra, xweza bi awayekî bêrawest xwe dikemilîne. Ev nêrînên Arîstotales, ramana rojavaya Ewropayê xistiyê bin bandûra xwe û ramana Ewropayê, jê gelekî ketumet bûye. Xwiyaye ku Arîstotalesî xwezayê, mîna tişteke zindî ditiye û wisa jî şirove kiriye.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

13.01.2015

Bersivekê binivîsin