Zanayiya Olî

Zanayiya Olî
Di vê zanayîyê de, gurza têkiliya kirde û wanekê, afiraner (Xwedê) an jî, pîrozî ye. Wek tê zanîn ol sîstemeka bawerîyê ye û di vê sîstemê de fermanên Xwedê bi navcîtiya pêxemberan têne şandin.
Zanayîya olî, xwe disperê pirtûkên pîroz û wehîyê û ji ber yekê jî, naguher e û nikare were rexne kirin. Ev yek jî, nîşan dide ku zanayîya olî, zanayîyek hişkbawer (doxmatîk) e. Bingeha zanayîya olî herçiqas girêdayê bawerîyê be jî, zanayîya olî zor dide mirovên nebawer û dixwaze ku ew jî bawerîya xwe pê bînin. Mesela, hege li gor zanayîyek olî Xwedê di heft (7) rojan de dinyayê afirandibe, pênebawerî nabe û ev zanayî, nikare were rexnekirin. Ev yek, taybetmendiya zanayîya olî ya doxmatîk e. Lewra ev zanayî ji layê Xwedayê afiraner ve hatiye şandin û nabe ku mirov pê bawerîya xwe neynin, an jî jê fikaran bikin.
Erka zanayîya olî ew e ku hem li vê dinyayê, hem j îli dinyaya din; verastkirina jiyana giyanî ye. Xwedayê afiraner bi rêya wehîyê, hem jî vê dinyayê û hem jî ji bo axretê, hindek delk û zagon bi rê kirine û divê hemû mirov li gor van delk û zagonan tevbigerin.
Bi vê yekê re jî, ji alîyekî ve jiyana mirovan tê bi rê û pêk kirin (verastkirin) û li alîyê din jî di babetên wek afirandin, axret (dinyaya din), mirin, tevgera exlaqî û hwd. de, ku babetên derê deneya zanistî ne; hindek zanayî têne vegotin.
Zanayîya olî ji ber ku nabe babeta deney û çavdêrîyê, wek zanayîyek kirdewar (subjektîv) tê hesibandin.
Ali Gurdilî
Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021