Zanistên Formel

Zanistên Formel (Zanistên Fesalî/Lewnî)
Di nav cîhana pirsan de hinek pirs hene ku mirov bi hêsanî dikare wan bibersivîne û nekeve tu gumanan. Ev pirs jî, pirsên amprîk in û mirov dikare bersiva wan, bi rêya çavdêrî an jî ezmûnan misoger bike. Mesela em bi hêsanî dikarin bibêjin ku Amed, bajarê herî mezin ê Kurdistanê ye û vê zanayîyê, bi rêya lêkolînên demografîk û belgeyan, em dikarin îsbat jî bikin. Lê ne gemgaz e ku em pirsên matematîk û geometrîyê, bi vî awayî bibersivînin. Ango, pirsa 2X2=? ê, em nikarin bi rêya ezmûn û çavdêrîyan bibersivînin, an jî îsbat bikin. Em ancax dikarin xwe bisperin aqil û bi vê rêyê em dikarin bersiva vê pirsê bidin. Ji van celeb zanistan re, zanistên fesalî (zanistên formel) tê gotin. Ê baş e, sedemê binavkirineke bi vî rengî, çî ye gelo? Lewra, zanistên fesalî xwe naspêrin ezmûn û çavdêrîyê. Em ne dikarin hejmara (1) yek ê di laboratuaran de hilberînin û ne jî, di rê de em dikarin li wan rast werin. Zanistên fesalî, bi temamî li gor hêmanên (prensîbên) aqil û mentîqê û bi rêya deranan dixebitin. Matematîk û mentîq, ewilî hindek danasînan didin me û ji van danasînan dest pê dikin û hindek deran têne bidestxistin.
Di encamê de mirov dikare behsa çend taybetmendiyên zanistên fesalî bike.
1- Zanistên fesalî (formel) bi temamî xwe disperin aqil û hêmanên (prensîbên) aqlî.
2- Karê xwe bi danasînan (bi pênasan) û bi deranên ku xwe dispêrin wan deranan didomînin.
3– Mijarên wan, razber (soyut) un.
4- Heyînên ku dibine mijara zanistên fesalî, di zeman û mekanê de cîh nagrin.
5- Zimanekî sembolîk bi kar tînin, ji ber vê çendê jî zanistên çêkirî (yapay) û îdeal in.
6- Zanistên xwezayê û zanistên mirovî, ji zanistên fesalî sûd werdigrin û bi xêra vê alîkarîyê dibine zanistên nesnel û teqez.
7- Rêbaza deduksîyonê bi kar tînin.
Ali Gurdilî
Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî
Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021