Zimanê Kurdî, Kaniya Kurdayetiyê ye

Zimanê Kurdî, Kaniya Kurdayetiyê ye
Bi weşana çend kitêbên kurdî, bi hebûna çend weşanxaneyan, bi saya serê sed-dused nivîskar û dilsozên Zimanê Kurdî û bi rêya medya sosyal, Zimanê Kurdî ji mirinê xilas nabe. Hemû dem û dezgayên kurdan, partiyên siyasî yên kurdan, şaredariyên kurdan, kom û komeleyên me, divê dest bi seferberiya ziman û çanda kurdî bikin. Zimanê kurdî, divê ji vê rewşa xwe ya ‘polîtîzebûyî’ di zûtirîn demê de xilas bibe û bibe perçeyekî jiyana rojane ya jiyana kurdan.
Gunehekî mezin e ku em hemû sûcê vê rewşa neyînî dixine stûyê nivîskar û rewşenbîrên kurdan. Divê gotineke kurdan ji bo siyaset, partî, dem û dezgeyên kurdan re jî hebe û divê kurd, doza zimanê xwe li wan bikin. Heke rewş wiha berdewam bike, dê ne kurdî bimîne û nejî rihê kurdayetiyê. Çimku kaniya kurdayetiyê, kurdî bi xwe ye.
Ali Gurdilî
07.05.2016
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021