Di Dîroka Felsefeyê de Tevgera Rasyonalîzmê

Di Dîroka Felsefeyê de Tevgera Rasyonalîzmê

Rasyonalîzm, ew şeklê ramanê ye ku di her babetê de aqilê mirovî, ji xwe weke bingeheke dibîne. Peyva ‘Ratio’ bi zimanê latinî ye û di wateya <aqil û nîspetê> (rêje, oran) de ye. Di felsefeya zanayiyê de, Rasyonalîzm ew raman e ku baweriya xwe bi zanayiya ji aqil der diçe, tîne.

Di heman demê de Rasyonalîzm; li hember hestan aqil, li hemberî wehiyê yên ku bi riya aqil têne bidestxistin, diparêze. Herweha li hemberî zanayiya emprîk, wiha diparêze ku beriya ezmûnê, aqil girîng e. Li gor vê ramanê (nêzîkayîtêdanê) aqil, ji ezmûn û ji têgîhanên sehekî; ku bi rêya ezmûnê têne bidestxistin, serbixwe ye.

Rasyonalîzm / Aqilparêzî

1- Di dema bikaranîna aqil de, zanayiyên ku ji aqil tên diparêze.

2- Ferdparêziyê (takekesîtî, indîvîdualîzm) weke bingeh dibîne.

Li gor nêzîkayîtêdana rasyonalîzmê, beriya her tiştî divê şexs astengên li pêşiya fikirîna xwe ji holê rakin û piştî ku zemîn hate pakijkirin, bi tenê divê li ser xalên ku bi awayekî mentiqî bikaribin werin peyîtandin, zanayiyan hilberînin.

Gelek nûnerên vê ramanê hene, lê yên sereke mirov dikare wiha bihejmêre:

1- Platon (Eflatûn, Plato)

2- Arîstoteles (Arîsto)

3- Farabî

4- Descartes

5- George Wilhelm Friedrich Hegel

        1- Platon (Eflatûn, Plato)

        Platon, di serdema pêşîn de yek ji wan fîlozofên girîng e û bi riya diyalogên xwe, xwestiye ku sistemeka felsefeyê a zexim ava bike.

Meriv dikare felsefeya Platon a zanayiyê wiha şirove bike:  

1- Platon wiha bawer dike ku zanayî, ji zayînê ve li cem mirovan heye. Ango wiha bawer dike ku mirov ji zayîna xwe ve xwediyê zanayiyê ne. Di vê baweriya xwe de, nemaze ji nêrîna Sokratesî ya reenkarnasyona rih ketumet bûye û vê nêrîna wî, ji bo ramanên xwe weke bingehekê hilbijartiye.

2- Platon wiha bawer dike ku giyana mirovî, berê cîhana îdeayan dîtiye û carekê din vegeriyaye dinyayê. Tiştên ku ji bîr kiriye jî, di dema jiyana wî/wê de têne bîra wî.

3- Teoriya wî ya bîranînê, xwe disperê teoriya wî ya <Du cîhanan.> Cîhana fizîkî ya ku em têde dijîn, di esasê xwe de cîhaneka qelp (qopî) e û texlîdê (qopiya) cîhana forma (îdea) ye. Form, şeklê herî baş (îdeal) a heyînê ye. Heta ku afirander jî, vê dinyayê li gor van forman afirandiye. Hemû heyînên li vê dinyayê, qopiyên dinyaya îdeaya (forma) ne.

4- Forma, her heyînekê heye. Heta forma heyînên razber (nedîtbar, soyut) jî heye. Çawa ku îdeaya darê, pelê û ya rengê sor heye, wiha jî ya başî û edaletê jî heye.

Hemû zindiyên vê dinyayê, para xwe ji îdeayê digrin û ji bo ku bikaribin bigihêjine wê, di nav hewldanê de ne.

5- cîhana îdeayan ji bo ku bi sehekan nayê têgihiştin, bi aqil têne zanîn. Çimku sehekên me bi texlîdên wan re rûbirû dibin û texlîdê wan dibînin. Ji ber vê yekê jî sehekên me, nikarin bigihêjin cîhana îdeayan. Lê dikarin hinek delîlan bidin me û ji ber vê yekê jî sûdmend in. Bi tenê, bi saya aqil mirov dikare xwe ji cîhana sehekî rizgar bike û bigihêje cîhana îdeayan. 

6- Platon zanayiyê dike sê beşan.

1- Zanayiya rast

2- Zanayiya çewt

3- Bawerî

Bawerî, di navbera zanayiya rast û zanayiya çewt de ye. Zanayiya rast, zanayiya heyînên rasteqîn (zanayiya îdeayan) e û zanayiya çewt jî, zanayiya ku bi rastî tune nin, ne.

7- Li gor bîr û baweriya Platon; tegihîna sehekî, zanayiyên çewt didin me. Cîhana sehekî, herdem di nav têkiliyekê de tê têgihiştin û zanîn. Em dikarin bo heyber/nesneyekê bibêjin ku ew zer e, sor e, bêhna wê xweş e yan jî hişk e. Belam ev yekên ha, wesfên wê nesneyê ne û bi serê xwe, wan nesneyan ranaxin holê. Ji ber vê yekê jî; zanayiya rast, ji têgîhînê (algiyê) dernayê.

8- Nexwe, zanayî ew daraz e ku bi riya aqil û delîlên wê tê hilberandin. Darazên bi vî rengî, zanayiyên forman (îdeayan) diguncînin. Herweha, zanayî ne zanayiya yeko yeko ya nesneya ye, ya qada wan a tevahî ye.

Çend Taybetmendiyên Cîhana Îdeayên Platon

1- Îdea, bêdestpek û bêdawî (ezelî û ebedî) ne.

2- Mitleq in.

3- Raserî sehekên me ne.

4- Nayên guherîn.

5- Ne girêdayê demê ne, eternal in. 

6- Bi çavan nayên dîtin.

7- Bi aqil têne têgihiştin.           

             2- Arîstoteles

            Arîstoteles damezranerê felsefeya sîstematîk e û bingehên zanista mentîq, metafîzîk û gelek şaxên din yên felsefî, ji aliyê wî ve hatiye damezrandin. Di cîhana îslamê de jî, wekî <mamosteyê pêşîn> tê nasîn û li cîhana rojava jî, jêre <ustad> tê gotin. Bêguman mirov bi hêsanî dikare bibêje ku Arîstotelesî, fîlozofek î mezin e û di wê dewrê de, mamostetiya Îskenderê Duqiloç/Mezin jî kiriye.

Mirov dikare felsefeya wî ya zanayiyê wiha şirove bike.

1- Wekî mamosteyê xwe Platon, li cem Arîstoteles jî zanayî, encax zanayiya ya tevayî ye û zanayiya yên tekane (yekhejmar, tekîl) tune. Ew ancax dikarin bibin mînakên tevayiyê. 

2- Arîstoteles, cûdahiya cîhana forman û sehekan, napejirîne. Li gor bîr û baweriya wî; form, di nav madeyê de veşartiye û bi awayekî potansiyelî, di naveroka wê de heye. Mesela em bibêjin forma dareka hejîrê, di toximê xwe de ye û pêvojoya heta ku ew toxim bibe dareka qirase û hejîran bide, di toximê hejîrê de, bi awayekî potansiyelî heye.

3- Li gor Arîstoteles, em bi livokên xwe yên sehekî nêzîkê heyînan dibin. Her livokeka me, xwediyê nesneyeka sehekî ye. Dema ku bi van livokên xwe, xwe nêzîkê nesneyan dikin; ango dema ku em wan dibînin, seh dikin, dest didin wan û hwd. nesneyên me yên sehekî ku bi awayekî potansiyel li cem me hene, xwe aqtîv dikin û têgihînên me yên ku ji wan tên, dikarin rast yan jî çewt bin.

4- Têgihiştin, herdem bi ber bi formên zêhnî ve ye û bi formên zêhnî re, têkildar e. Têgeh, di darazekî de têne civandin. Belam, ji ber ku têgihiştin xwe disperê têgehên li jêrên xwe û wiha didarizîne, çewtiyekî derdixe holê. Lewra têgihîn, herçuqas xwediyê nîrxeka bilindtir e jî, bi riya têgehan didarizîne.

5- Li gor nêrîna Arîstoteles zanayî, zanayiya tevayî ye, zanayiya ya gerdûnî ye. Ji bo bidestxistina zanayiyeke bi vî rengî, di destpêkê de divê ciyewaziya cins û cudahiya wê, were destnîşankirin. Ji ber vê yekê jî li cem Arîstotelesî zanayî, di wesfê zanayiya zanistî de ye.

6- Di zanayiya zanistî de, şertê pêşîn ew e ku divê mirov bi hilika wî tiştî bizanibe/derxe holê. Dayîna hilika tiştekî jî, bi eşkerekirina sedemên wê pêk tê. Pêzanîna sedemên tiştekê jî, encax bi awayekî rasteqîn, bi pêzanîna wî/wê tişte dibe.

7- Arîstoteles, teoriya xwe ya çar (4) sedaman pêşkêş kiriye û gotiye ku bi rêya ceribandina van çar (4) sedeman, mirov dikare xwe bigihîne zanayiyê.

Ev çar (4) sedem jî ev in.

1- Sedema madî

2- Form

3- Sedema çalak

4- Sedema teleolojîk (sedema mebestî) ne.

Em dikarin van çar sedeman bi mînakeke wiha şirove bikin: Mesela dema ku em peykerekê çêkin, me ew peyker jî çî çêkiribe (ji heriyê, ji mermerê, yan jî em bibêjin ji bronzê) ev yek sedema wê a madî ye. Peykera ku bi şeklekî dertê holê, form e. Peykertraşê ku vê heykelê çêkiriye, sedema çalak e. Ya dawî jî, me bi çî armancê ew peyker çêkiribe (ji bo firotinê, ji bo xwe, ji bo pêşandanekê taybet û hwd.) ev yek jî, sedema teleolojîk e. Ango, sedema mebestî ye.

8- Zanayiya wan çar (4) sedeman, ji bo têgihiştina cinsê nesneyê, wê bi kêrî me were. Û piştra, wê em ê bikaribin cudahiya vê cinsê ji yên din destnîşan bikin û danasîneka wê bidin. Mesela pirsa ‘Mirov çî ye?’ wê li gor çar (4) sedeman were şirovekirin, ferqa wî ya ji heywanan wê were destnîşankirin û wê mirov xwe bigihîne encameka (danasîneka) wek ‘mirov, ew heywan e ku difikire.’ 

            3- Farabî

            Farabî, fîlozofek î îslamê ye û di sedsala 9an de, li Maveraunehîrê, li gundê Farabê hatiye dinyayê. Bavê wî leşkerek bûye. Belam derheqê jiyana wî de zanayiyên me, gelek kêm in. Lê em dizanin ku wî demeka kurt qazîtiyê kiriye û gelekî di bin bandûra tevgerên dema xwe yên fikrî û kulturî de maye.

Mirov dikare derheqê zanayiyê de, ramanên wî wiha şirove bike: Farabî, aqil dike du beş.

1- Aqilê pratîk

2- Aqilê teorîk.

Farabî aqilê teorîk jî di nav xwe de dibe sê beşan:

1- Aqilê madî

2- Aqilê çalak

3- Aqilê ku hatiye qezenckirin. 

1- Li cem heyberan (nesneyan) wesfên ku têne hizirkirin û bihîstin, bi hevre ne. Yên ku têne bihîstin, ji bo ku zû deng li sehekên me dikin; em zû têdigihêjine wan. Di vê têgihiştinê de bi awayekî potansiyelî, wesfên ku têne fikirîn jî cîh digrin.

2- Ji bo Farabî têgeha herî girîng ya ku gelekî li ser rawestiya ye, aqilê çalak e. Bi tenê aqilê çalak zanayiyên ku bi alîkariya sehekan têne bidestxistin, wan ji wesfên wan yên madî cuda dike û dest bi têgihiştina wesfên ku têne fikirîn, dike.

Ev yek, asta fikirînê a razber (nedîtbar, soyut) e. Di vê xalê de mirov, êdî hatiye wê radeya têgihiştina xwe.

3- Aqilê ku bi aqilê çalak gihêjtiye behreya fikirîna razber, derbasî asta aqilê ku hatiye qezenckirin dibe û têdigihêje formên nedîtbar. Belam ev rade, ji feraset û bestê (îlham) pêk tê. Di vê astê de êdî perdeya ku li ser wanekan heye, radibe. Mirov dikare bibêje ku ev ast, asta razberîtiyê a mitleq e. Herweha ev ast, asta herî bilind ya aqil e û li gor baweriya Farabî, kêm mirov dikarin bigihêjine vê astê.

            4- Renê Descartes

            Renê Descartesê fîlozof, zanyar û matematîzan, di 31 Adara 1596an de li navçeya Tourainê, li La Haye’yê hatiye dinyayê. Babê wî hiqûqzanek bû û Descartes di malbatê de wekî zarokê çaremîn hatiye dinyayê. Rene Descartes ji zayîna xwe ve zarokek î narîn û şikestok bûye. Di dema zayînê de, hindik maye ku bimire. Piştra bi xêra dêşîra xwe, xwe bi ser hev ve daye û jiyana xwe berdewam kiriye.

Lê narîntiya laşê wî, carinan bi kêrî wî jî hatiye. Mesela li dibistanê roja yekşeman hemû zarok serê sibê zû radibûn, lê ew heta wextê nîvro radiza. Di demekê kurt de, pêderxistin ku Descartes zarokek î aqilraser e. Heta heşt saliya xwe, ji aliyê mamosteyên taybet ve hatiye perwerdekirin.

Di sala 1604an de, ji bo xwendinê wî dane dibistaneka cizwîtan. Ev dibistana ku bi navê ‘La Fieche’ dihat nasîn, di wê demê de yek ji wan dibistanên herî baş yê Ewrûpayê bû. Descartesî, di wê dibistanê de deh salan hatiye perwerdekirin û di nav deh salan de, dersên klasîkên yewnanî û romayê, zimanê fransî, mûzîk, şano, siwarî û eskrîmê sitandiye.

Dibistana La Fieche di warê felsefeyê de girêdayî dazanîna Arîstotelesî bû û perwerdeyeka skolastîk dida xwendevanên xwe. Descartes dibêje Şika Metodîk ya ku min bingeha wê damezrandiye, di demên wê dibistanê de ku wekî barekî giran bû li ser pişta min, hatiye hilberandin.

Piştî qedandina La Fiecheyê, Descartesî dikeve Zaningeha Poitiers û piştî du salan dîplomeya hiqûqê werdigire. Lê wî hiqûqzaniyê yan jî ev bibêjin parêzeriyê nekir û di dewsa vê yekê de bi armanca xwendina <pirtûka dinyayê> û vekolandina kesayetiya (xwebûna, benlîka) xwe dest bi nivîskariyê kiriye. Di wê dewrê de, Descartesî hê jî xwe nezan dihesibîne û dibêje ku ji bo zanîna tiştekî, yan jî cudakirina başî û xirabiyê, ez hê ne xwediyê ti pîvanekî me û dikeve nav lêgerînekî bi vî rengî.

Di sala 1618an de Descartes diçe Felemenkê û bi dilê xwe, xwe li Artêşa Orangê dinivîsîne, beşdarê Şerên Sih Salan dibe, lê di dema şer de ti caran yekser nakeve pêvçûnan. Leşkeriyê derfeta fikirîna kûr daye wî. Di sala 1619an de xewnekî dibîne û wiha difikire ku di dawiya vê xewnê de <cogito ergo sum>; ango, bingeha zanisteke nû avêtiye. Di navbera salên 1621 û 1628an de piştî geştên xwe yên Macarîstan, Fransa û Îtalyayê, li Felemenkê bi cîh dibe.

Bi taybetî jî pirtûkên xwe yên bi navê <Axaftinên Li Ser Rêbazê>, <Medîtsayon û Hêmanên  Felsefeyê> dinivîsîne û bi nivîsandina wan pirtûkan re jî, bi bêolîtiyê (dînsiziyê) hatiye tawanbarkirin û jêre, kartezyen/bêol hatiye gotin.

Pirtûkên wî, dikevin nav lîsteya pirtûkên qedexe.

Hê di dema dibistana Cizwîtan de jî, xebatên Galileî, Kepler û astronomiyê dişopand û di dibistanê de jî beşdarê komên ku xebatên bi vî dişopandin, dibû. Di vê dewrê de bala xwe dide geometrî, fizîk û optîkê û ev baldarî, wiha demekê din dom dike. Di wê dewrê de pirtûkên wî yên <Diyoptri> (bi mercekê re têkildar e) û <Meteors> (kevirên esmanî re têkildar e) têne weşandin. Lê bi taybetî Descartesî bi dîtina Analîtîk Geometriyê re navdar bûye. Di Reşemiya 1650an de, li Stockholmê ku li ser vexwendina şahbanûya Swêdê çûbû wê derê, bi nexweşiya zatûreyê dikeve û dawî li imrê wî ê berhemdar tê.

Felsefeya Zanayiyê ya Rene Descartes

Descartes navekî girîng ya ramana nûjen e û teoriya wî ya zanayiyê, ya ku wî pêşkêş kiriye û dilêrîna wî ya matafizîkê, ne tenê di dewra xwe de; piştî mirina wî jî gelekî hatiye nîqaşkirin. Em pêdizanin ku wî gumanê weke rêbazekî bikaraniye. Guman (şik) ji bo Descartesî bi tenê rêbazek bû û bi vê rêyê Descartesî dixwest ku xwe bigihîne bingehekê misoger û xupxuya, ya ku êdî ti kes nikaribe jê gumanê bike.

Taybetmendiyên Felsefeya Zanayiyê ya Descartesî

1- Descartes beyî ku dest bi riya hilberandina zanayiyê bike, hêmanên rêbaza ku wê wî bigihêjîne wê zanayiyê destnîşan dike. Li gor bîr û baweriya wî: Tu zanayî heke wekî ku di matematîk û geometriyê de bi awayekî eşkere nehatibin destnîşankirin, dê neyêtin pejirandin û di destpêkê de bi awayekî deduksiyonî (ji hêmaneke giştî, ber bi tekanê ve) divê pêşniyara tevayî were pêşkêşkirin û piştra jî, bi riya dahûranê/analîzê, divê ji bo rewşên tekane (yekhejmar) zanayî werin hilberandin û divê yên tevlîhev jî, werin hêsankirin.

Piştre ew zanayiyên ku ji bo rewşên tekan têne hilberandin, bi rêbaza enduksiyonê divê cardin werin qontrolkirin û zeximkirin.

2- Descartesî pirsa ‘Heqîqet çi ye?’ dipirse û dixwaze ku heqîqet jî wekî ku di matematîk û geometriyê de jî heye û hêsan e, ji ronahiya aqil derkeve holê. Lê Descartesî di wê derdê de ye ku bingehekê peyda bike û hemû zanayiyan jî, li ser vê bingehê ava bike.

Descartes dibêje ku ev bingeh bi saya ‘Rêbaza Şikber’ bi pêşniyara ‘Difikirim, nexwe ez he me- Cogito ergo sum’ re derketiye holê. Encax bi tenê hebûnatî, têra misogeri û zelaliya zanayiyê nake. Lewra mirov dema ku difikire, ev yek tê wê wateyê ku hê jî bandora wî cinî ku Descartes qala wî dikir de ye û bandor berdewam e. Nexwe divabû ku Descartesî di nav ramanên xwe de tiştekî wiha bidîtaya, ku bi awayekî eşkere ev yek ji dereka din bihata. Ev yek jî, ramana Xwedê ye.

Ramana Xwedê ya teqûz, ji ber ku ne hilbereka ramanên wî ye, ev yek tê wê wateyê ku pêzanîna Xwedê, bi tenê jiber Xwedê ye. Heke ramana Xwedê li cem mirovan bi tenê xeyalek bûya, wê demê ji ber ku mirov zîndiyên dawîndar in; dê ramana Xwedê jî ramanek dawîndar bûya. Ev yek jî, rewşeke nakok e.

Descartesî çîma wisa xwe bi ramana Xwedê ve girê dide?

Lewra heke Descartes bikaribe bipeyîtîne ku mirov dikare li ser Xwedê bifikire, wê demê wê di nav sînorên ‘Difikirim, nexwe ez he me.’ de nemîne û wê demê ji bilî xwe, dê bikaribe bi nesneyên (heyberên, wanekên) din jî bizanibe. Ango, wê bikaribe derbasî cîhana nesneyan jî bibe.

3- Bi fikra Xwedê, Descartesî xwe ji wê rewşa neyînî ya ku şikê rê didayê xilas dike. Heke bi tenê bigota ‘Difikirim, nexwe ez he me.’ wê ji şikê nikaribûya xwe rizgar bikira û nikaribû derbasê cîhana nesneyan bibe, derheqê wan de zanayiyan bidest bixe.

4- Weke gotina dawî em dikarin bibêjin Descartesî wiha bawer kiriye ku mirov, ji zayîna xwe ve xwediyê behreya (qabiliyeta) zanînê ye.

           George Wilhelm Friedrich Hegel | 1770-1831

           George Wilhelm Friedrich Hegel 1770-1831 fîlozofekî alman e. Li Stutgartê hatiye dinyayê. Sîstema ku ji aliyê Hegel ve hatiye damezrandin, bi navê <mentîqa dîyalektîk> tê naskirin. Li gor vê sîstemê, ramanek (tez), tevlî ramaneka li hemberê xwe dibe (yan jî dijberê xwe diafirîne, tîne holê) (antî-tez) û ji vê yekê dilêrîneka nû tê holê ku ev jî sentez e.

Girîngiya Felsefeya Hegel jî kû tê?

George Wilhelm Friedrich Hegel ew fîlozof e ku şeklê herî dawî daye îdealîzma alman û îdealîzma alman gihandiye encamên mentîqî. Ramanên fîlozofên beriya xwe, yên wek Fichte û Schelling, bi awayê sentezeke hevgirtî û bi awayekî ku mirov û hemû gerdûnê biguncîne, raxistiye holê.

Sîstema Hegel di dîroka felsefeyê de sîstema herî mezin ya dawî ye. Herweha dîsa yê ku rêbaza dîyalektîkê bi awayekî teqûz bikar aniye, dîsa Hegel e. Bi vî awayî jî, têgeha guherîn û çêbûnê ji nû ve; beyî ku ji holê rabin an jî bandûra wan ji holê rabe, carekê din xistiyê qada ramana felsefî.

Weke tê zanîn, Hegel wekî damezranerê îdealîzma dîyalektîk jî tê pejirandin. Ji bilî vê yekê mirov dikare bibêje ku felsefeya Hegel, gelekî bandûrê li marksîzmê kiriye û marksîzm gelekî di bin bandûra felsefeya Hegel de maye.

Bi awayekî kûr ji bo têgihiştina marksîzmê, pêdivî bi zanîna felsefeya Hegel heye, heta em dikarin bibêjin ku ev yek şert e jî.

Felsefeya Zanayiyê ya Hegel

Georg Wilhelm Friedrich von Hegel di sala 1770 an de li Stutgarta Germanyayê (Almanya) hatiye dinyayê. Hegel di destpêkê de li Heildelbergê û piştra jî li Berlînê, li zaningehê mamostetiyê kiriye. Bi rêya berhemên xwe, hem rasterast û hem jî bi saya Karl Marx, bandûreke mezin li dewra xwe kiriye. Felsefeya Hegel hebekî tevlîhev e û zor tê têgihiştin.

Ev felsefe, di naveroka xwe de gelekî taybetmendiyên razber diguncîne û ev yek jî, têgihiştina wê dijwar dike.

1- Hegel dema ku felsefeya xwe pêk tîne, rêbaza dîyalektîkê bikar tîne. Wek fîlozofên serdema pêşîn yên yewnan, li cem Hegel jî wek rêbaza dîyalektîkê, ji bo têgihiştin û derxistina holê ya heqîqetê, rêbaza sereke ye.

Rêbaza dîyalektîk ew rêbaz e ku têgehekî bi dijberê xwe re dinîrxîne û ev yek, di vê rêbazê de prensîbekê girîng e. Mesela em bibêjin reş û sipî, nêr û mê û hwd. Bi vî awayî her têgeh, bi dijberê xwe re dikeve têkîliyeka (danûsitandineka) tez û antîtezê. Mesela em bibêjin bila reş û sipî bibin tez û antîtez, wê demê mirov dikare bibêje ku wê ew ê bigihêjine sentezeka wek gewr.

2- Li gor baweriya Hegel, ji bo hilberandina (bidestxistina) zanayiyê, cudahiya aqil û ezmûnê tune. Lewra li gor nêrîna wî, ew zanayiya ku dibêjin ji ezmûnê te, ew jî ji aqil tê û naverokeka zêhn Yan jî hiş e.

3- Bi gotina zêhn yan jî hiş mebesta Hegel, aqilê gerdûnî (Geîst) ye. Geîst an jî aqilê gerdûnî, xwe bi xwezayê re bi awayekî dijber raxistiye holê. Geîst yan jî aqilê gerdûnî, ji bo derketina holê ya zanayiyê, gelekî girîng e. Aqilê gerdûnî (Geîst) di xwezayê de xwe bi aqilê mirov dide der. Aqilê gerdûnî ya ku di xwezayê de û li cem mirov deng vedide, di pêvajoyeke dîyalektîkî de dixwaze ku were zanîn û naskirin. Ji ber vê yekê jî di felsefeya Hegel de: <Yên aqlî, rasteqîn û yên rasteqîn jî aqlî ne.> Erka felsefeyê jî, di zêhna mirovî de derxistina holê ya aqilê gerdûnî ye.

4- Di felsefeya Hegel de zanayî, têgînî ye û gelekî zêde razber e. Ji ber vê yekê jî têgeh (têgîn) di maweyeke dîyalektîkî de, di têkiliyeka tez-antîtez û sentezê de bi pêş dikeve û di vê pêşketinê de ji nakok û dijberên ku di naveroka wê de ne, xwe xilas dike. Lê pêşveçûna têgehê ya dîyalektîkî, bi serê xwe tenê ne besî derxistina holê ya heqîqetê ye. Bi awayekî teqûz ji bo ku heqîqet bikaribe derkeve holê, divê aqlê gerdûnî jî bigihêje bîra (hişa, şiûra) xwe û xwe ji hemû nakokiyan rizgar bike.

5- Di felsefeya Hegel de xaleka din ya girîng jî, hevgirtina rastiyê ya bi sîstemê re ye. Ango, rastiya tiştekî girêdayê hevgirtina wê ya bi sîstemê re ye. Lewra sîstem ji zanayiyên sehekî dest pê dike û heta asta saf ya aqil, dereceyên rastiya zanayiyê radixe holê. Ji ber vê yekê jî rastiya zanayiyeke ew e ku bi sîstemê re hevgirtî be. Geîst ji bîra kirdewar dest pê dike û ber bi bîra nesnel ve û ji wir jî ber bi bîra mitleq ve dihêre.

Di Felsefeya Hegel de Xweza

Di ramanên Hegel de xweza, îdeyek e (heyîna teqez e) ku ji xwe cihêreng bûye. Têgeha îdeyê ku têgehek razber (soyut) û cihêreng e, yeko yeko vediguhere heyînan, ango dibe heyîn û bi vî awayî jî dibe heyînek, dibe heyînek ji derveyê xwe.

Ji ber vê çendê jî yekîtiya îdeyê, di xwezayê de bi awayekî eşkere xwiya nake, xwe vedişêre û nûxamtî ye. Em di xwezayê de piraniyê dibînin. Herweha heyînên yeko yeko yên di xwezayê de hebûna xwe ji xwe wernagirin, ji îdeyê werdigirin û bi îdeyê re jî bi temamî ne guncan in, di navbera wan de lihevhatinek berbiçav tune.

Ji ber vê yekê jî di xwezayê de dibetiyek li ser kar e. Derketina derêxwe ya îdeyê ku dibe bîyaniyê xwe, di xwezayê de tê dîtin. Heyîna teqez (mitleq) ji bilî xwe, li derveyê xwe bûye heyînek û bûye bîyaniyê xwe.

Di ramanên Hegel de bingeha ramana bîyanîbûnê, ku piştra di felsefeya Marksîst de bûye xwediyê cîhekî girîng, ji vê niqteyê tê. Serê binî yê xwezayê ew îde ye ku bi temamî bûye bîyaniyê xwe û xwe daye der. Serê jor (raser) jî mirov e ku xwedîaqil e û têdigihêje hişmendiya xwe. Mirov jî di xwezayê de dertê holê, û di xwezayê de dibe heyîn.

Lê mirov hêdî hêdî xwe ji xwezayê dûr dike, digihêje bîra (hişê) xwe, ber bi îdeyê ve (ya mitleq) ve diqeside, têdigihêjê û bi vî awayî ew bîyanîbûn û xwe xerîbdîtin, ji holê radibe. Careke din, digihêje yekîtiyê. Ango, yekîtiya teqez di ramanên mirov de carekê din tê têgihiştin, ji nû ve tê raxistin.

Bi vegotineke din xweza, kedeka mezin e û dixwaze ku bigihêje bîra xwe û koka xwe binase. Armanca felsefeya xwezayê, şirovekirin û destnîşankirina vê berfirehbûnê ye, ku gav bi gav pêk tê.

Çavkanî: Di Sed Pirsan de Felsefe – Ali Gurdilî 

Heke çavkanî neyê nîşandan, wergirtina gotaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin