Xelata Nobelê û Zarokên Kurd

Xelata Nobelê û Zarokên Kurd
Îro ji bo alîkarî û parazvanê zarokên bê dibistan û karkerê temen biçûk, xelata nobelê dane Malala Yousafzaî û Kailash Satyarthî. Lê zarokê kurda, ne kurd û nejî kesekî din dibîn e. Bi kurtî rewşa zarokê kurd.
– Ji mafê jiyanê û perwerdê bê parin.
– Yên diçin dibistana jî, bi pirsgêrêke derûnî, civakî û zimên re rû be rû ne.
– Bê zagonê mafê zaroka ne, lewma jî bê star û mal in.
– Bi hezara li serê çiya û li kolanên beyanî bi mirinê re dijîn.
– Bi hezara di temenê biçûk de çekdar in.
– Bi hezara di girtîgehê neyaran de dinalin.
– Keçik ji perwerdeya bingehîn bê par in.
– Di temenê biçûk de di zewicînin.
– Ji hezkirin û dilovaniyê bê parin.
Zarok siberoje, siberojek serkeftî, bi zarokên perwerde kirî roniye.
Zarok ronahiya siberojê ye.
Zaroka îro mezinê sibê ye.
Newaf Mîro
10.12.14
- Sibê Dereng e - 07/03/2017
- Empatî - 17/02/2017
- Lehengê Min Jin e - 21/10/2016