Çîroka Med û Medya di Bîblîyayê de

Çîroka Med û Medya di Bîblîyayê de

Çîroka Med û Medya di Bîblîyayê de 

     Pêşgotin

     Weke 3500 sal pêş de Xwedê rê da ber merivan,ku peyvên (xeberên) Wî binivîsin. Û ew ser çermê gulomatkkirî hatine nivîsarê,yên ku naskirî ne çawa Pirtûkên (Kitêbên) Pîroz. Ew pirtûka peyvên Xwedê nava 1600 salan de weke 40 merivên başqe – başqe bona merivan nivîsîn.1500 sal berî Mesîh û pey Mesîh re nêzîkî sala 100 – î. Sala 1946-47an de destnivîsarên kitêbên Peymana Kevine bergirtî, ber Bera Mirî, li cîyê ku jê re Qumran tê gotinê hatine dîtinê. Ew destnivîsar B.M. ji sala 1000 heta P.M. sala 1-10an hatine bergirtinê.

Xebernema ermenîye mezin de (144/Çamçyan,rûpel 144)-/Xaçatûr Abovyan “Kurd” “Êzdî” rûpel 62,63/ kîderê navê Tewratê û Încîlê hatine şirovekirinê, bin Mark de (yanê binelîyêd Mîdîyayê-Madîyaya) jî tê bîranînê, wekî ewê cimetê berê gele welat anîne raê û para Asûriyayêye pirê kirîye bin qolê xwe wî welatê Madîya-wexîna de usa jî bajarê Kalman yan jî Karman hebûye…

Medan berhemên nivîsî ku wan bidin nasandin şûnda nehiştin. Agahiyên li ser wan ya ji Bîblîayê (Pirtûka Pîrozê) yan jî nivîsên Asûrî û berhemên kevnên Yewnanî hatine wergirtin.

Her kes ku Bîblîyayê bixwîne, wê di derheqa Med û Medyayê de kêm-zêde bibin xwedî zanînê. Gelek bûyerên,ku di Bîblîyayê de derbas bûne li Medyayê bûne û gelek hunermendên, ku navê wan di Pirtûkê Pîroz de derbas dibin li vî welatî jiyane. Di Bîblîyayê de gelek çîrokên nuwaze hene û cîhê zayîna (derketina) van çîrokan Kurdistan e. Tirbên pêxemberên mezin, yên mîna Nahûm, Yûnis, Habakûk, Daniyêl û Nuh li vî welatê mezin in. Li ser Medan gelek gotinên peyxamberî yên van peyxamberan hene. Ev gotinê van peyxambertîyan hatin cîh bi vî avayî him rastîya Tewrat û Încîlê û him jî qedr û qîmeta Medan,ya ku di Bîblîyayê de hate îspat bûn. Em dikarin di derheqa van peyxamberan li gelek derên (beşên) Tewrat û Încîlê de bixwînin.

Mînak: di pirtûka Nahûm,di birra 3,7 de xerebûna Neynowa,ji berê de hate gîhandin û dawiyë ev xerakirin ji aliyê Medan de hate çêkirin.

Di Yeremya 51,11 de ji berê ve hate têgihandin, ku wê Med Babîlonê xer bikin.

Di Daniyêl 5,28 de ev peyxamberê mezi têgihandin, ku wê Med û Faris bibin qraletiyek mezin.

Hemûya vana û hîn gelekên din ji berî sedsalan hate gîhandin ku hew Xwedê dikaribû vêya bizanîba û daxuyanî bikira.

Em di ferhenga Bîblîyayê de dixwînin û hîn dibin,ku Med dewletekê kevnar e,ya Asya yê y û li başûrê Behra Hazarê,li bakurê Elama,li rojhilata herêma çiyayî ya Zagrosê û li rojhilatê Parta nin. Ji Yewnanîstan heta Tehranê di bin serwêriya Medan de bû. Di Bîblîyayê de Med ewqas şervanên tirsehiz bûn, gelek netewe hewcedar bûn,ku serî li ber wan deynin. Lê belê, li aliyê din jî bi mêvanperweiya xweyî li hemberî her kesî ve hatibûn nasîn.

Dema Cihûdan ji aliyê Asûriyan ve hatin ajotin (surgûn kirin), medan wan qebûlî bajarê xwe kirin. Em dikarin vê bûyera dîrokî jî di Bîblîyayê de bixwînin:

<Di sala nehemîn ya Hoşea de Qralê Asûrê Samiriyê fetih kir û Îsraêlê,ber bi Aşûrê ve ajot û wan li Halahê, li Habora çemê Gozanê ye û li bajarê Medan de bi cîh kir>,- Qralan Duwemîn 17,6.

Dema qralê medan qirarekê dida,”li gora zagona Med û Farisan” êdî tu kes nikaribû vêya biguherta. <Niha ya qiral,qedexê deyne, li gora zagona Med û Ferisan ya, ku nayê guhertin nivîsê bi îmze bike, ku bila neguhere>,- Daniyêl 6,9 Soza ku Qralê wan Darîûs dabû,wan di gelek rewşeke asteng de hişt. Di wê demê de Med serwêrê gelekî herêmek mezin bûn.

Qralê Med Darîûs

<Û Med Darîûs, bi şêstûdusalî bona xwe qiraletiya xwe sitend>- Daniyêl 6,1 Darîûs qralek herî dihat nasîn, yê Medê bû. Bi zanîn û dilovaniya xwe ve nav deng dabû. Wî dixwest, ku bêyî nêrîna neteweyî û derbasiya tu kesan, ji her neteweyî mirovên zaniyar l dora xwe bicivîne. Ji şiretkirê yên nêzîkî qral, yek jî cihûyek bi navê Danîyêl bû, ku ev zilamê zehf baqil û mirovek ewledar bû.

<Wê demê de Daniyêl ji wezîr û waliyan serete bû,ji ber ku wî de ruhek qenc hate dîtin; û qral pêşniyarê kir ku wî deyne ser hemûyê welat>,- Daniyêl 6,4. Dawiyê fermana li jêr,bona her kesê ku di bin serwêriya wî de ne derxist. 《Wê gavê qral Darîûs ji heçî eşîrên li dinê rûdinin, ji neteweyan re û ji zimanan re nivîsand.

“…Ez fermanê dikim, ku hemû mirovên di nava welatê qraletiya min de dimînin,bila ji Xwedê yê Daniyêl bilerizin û bitirsin; ji ber ku Ew, Xwedê yê zindî ye û bi bêdawiyan tim û daim e û qraletiya, ku wê xera nebe, qraletiya Wî ye û serwêriya Wî heta dawiyê didome. Xelas û azad dike û li erd û ezmanan nîşanan û nuwazeyan pêk tîne, yê ku ji pencikê (lepê) şêran Daniyêl xelas kirîye, Ew e. “》,- Daniyêl 6:26-28

Gava Daniyêl xizmeta vezîrtiyê ji qralên Med û Babîlê dikir,bû serokê hemû mirovên zaniyar û stêrknasan, ji wan re Magos jî digotin.

Dema “Nûçeya Kêfxweşiyê Tîne” di derheqa Xilazkirê dinê ve dihat Mizgînî kirin, li wir gelek Med bona guhdar kirinê civya bûn.

《Dema roja Pentîkost (Roja Pênceyan)ê hate,

…Di wê demê li Orşelîmê, cihûdên oldar yên ji her aliyê dinê ve hatine diman. Partî, Medî, Elamî; Yên li Mezoptamya, li Cihûstan û Kapadokyê, li Pontûs… Yên him ji derûnî cihûd û him jî mêvanên ku vegeriyane ser cihûdiyê》,- Karêd Şandîyên 2:1-10.

Medî aryanên berî tên nas kirin ku hezar sala berî zayînê, li rex Deryayê Xezer (Kaspî, Mazenderan) bi rojavaya Asya bar kirine. Med, navê bereke dîrokî û desthilatdariya wan e. Meda an Medya  (bi Farsiya kevn: Māda, bi Farsiya navîn: Mād, bi Babîlî: Umman-Mand, bi Yonanî ya Kevn: Μηδία/Mi̱día, warê gelê Med bû. Eslê herêma Medayê ji Navê Çiyayên Zagrosê bû. Bi Yeketiya Babîliyan Li Ser Asûriyan Serkevtî Dibin. Di piştî şerên li dijî Asûriyan de di dawiyê de di 14. sala padîşahiya Nebupolaser de (sala 632), leşkerên yekbûyî yên Medan û Babîliyan bajarê Nînewa digrin. „ Û destê xwe ber bi bakur dirêj bike û dê Asûrê tune bike û dê Nînewa bike wêranxaneyek û mîna çolê ziwa bike. Hêzên dijberê Asûrî nêzîkî 369 kîlometre bi aliyê rojava Haranê ve hat birin, herçend Misir hat alîkariya Asûriyan jî, Asûriyan temamê hêza xwe ya leşkerî winda kirin û împaratoriya Asûriyan di navbera Medan û Babîliyan de hat parve kirin. Mîna ku di Pirtûka Pîrozê tê gotin: „ Ji şikestina te re derman nîne; birîna te ya mirinê ye!“.

…Eşîrên li herêma Zagrosê û dora wê,bi navên Lûllûbî,Kassîten û Hûrîaner dihatin nasîn.Divê em hin çendekî rêz bikin(bijmêrin),

Li gor gotina dîrokzanê yewnanî Herodotê :

1) Bûsiyan (Boûsea)

2) Partakaniyan (Paretacenî)

3) Sêtroxatiyan (Strouchaten)

4) Arîzantiyan (Arîzante)

5) Bûdiyan (Boudîî)

6) Mager (Magos)

Beşdarî komaleyekê bûne û di bin navê Medan hatine ba hev. Dawîyê van Medna, li her derê herêma ku lê bûn, serwêrîyê kirin û wir bi dest xistin. Gelê Med ji nijada ariyan bûn û ji ber vê yekê hîmê wan ji Yafet e. bi zelalî dikare bê gotin ku,  ew ji lawê Yafet Maday¹ tên .

Adem, Şît, Enoş,

Kẹnan, Mahalạlel, Yared,

Hẹnox, Methûşaleh, Lạmex,

Nûh, Sem, Ham û Yạfet.

Lawên Yafet: Gọmer û Mecuc û Mạday û Yạvan û Tûbal û Meşek û Tîras.

Nûh Li gor 1. Mûsa [Destpêkirin] 5:32 „Û Nûh pênc sed sal buhurand pêv, bi navê Sem, Ham û Yafet sê lawên wî hatin dinê.“

Yafet, Şaxa Arîzimam: Îndigermanîş (14 Malbat)

Gomer, Kîmerî, bakurê Deryaya Reş

Aşqenaz Başurê rojhilata Deryaya Reş

Rifat, Paflagonî

Togarma, Ermenî

Magog

Maday, Medan ji başurê Deryaya Xezarê heta çiyayên Zagrosê

Yavan, Îyonî, Yewnanî

Êlîşa, Li ba Yewnanistan

Tarşîş, pêş Spanya

Kitîm, Qibris

Rodanîm, Rodos û giravên Deryaya Egeyê

TuvalTîberî, li Asyaya Biçûk

Meşek, Frîgyayî, li Asya Biçûk

Tîras, Tîrhenî, girav û qeraxên Deryaya Egeyê

Nijad, ziman û olê Medan pir nêzîkî malbatekî Farisan bû.

Med bi şêweyekî gel di dîroka Pirtûka Pîrozê de di sedsala 8 an de Berî Zayînê derdikeve meydanê. Lê belê di dîroka dunyayê de cara yekem ew di dema padîşahê Asûr Salmanasarê sêyem de, ku hemdemê padîşahê Îsrael yê Yehû ye, yanî kêmzêde B. Z. di salên 904 – 877 an de tên îşaretkirin. Li gor bidestxistinên arkeolojî û vekolandinên din, tê gotin ku, gelê Med di navîna hezarsaliya duyem de B. Z. li ser zozanên Rojavaya Îranê niştecîh û cîhwar bûne.

Maday

Lawê sêyemê Yafet e, ku ew jî lawê Nûh yê sêyem bû, Ew bapîrê Medan tê hasibandin. Li gor vê gihîştinê ye ku, bêjeya Îbranî ya Maday di Pirtûka Pîrozê de bi gotina „Medan“ yan jî „Medya“ tê wergerandin, bo mînak di ayetên mîna. Gelê Med di zimanê Asûr û Babîlî de (Akadî) Madaya û di zimanê farsiya kevn de jî Mada tê naskirin. Di demekî derbasbûyî de ew li çiya û zozanen Îranê, taybetî di navbera herêma çiyayîstana Elburzê yanî başurê deryayê Xezerê û çiyayistana Zagrosê rojhilata Asûrê şûnwar û cîhwar bûnin. Bêje û gotina ku îro bo Îranê tê gotin, ji bêjeya Arî pêk tê, ku bo dundan û neviyên Yafet tê bikar anîn.

Biryar e ku Medan,li rojhilatê ji herêma Zagros ya çiyayî dest pê kirine û eşîrên li vê herêmê dijîn mîna gelekî (netewekî,miletekî) yek kirine (anîne ba hev). Yê ku B.M. (berî Mesîh) di salên 727 an de ji Atînê heta Tehran ê serwêrîyê ajotine û qralên mîna Ûrartîer û Manaeaner daqurtandiye (xera kirîye) ji Med in.

Qralên Medî

Diyako – (700 heya 647 BZ) 53 sal.

Frevertîş – (647 heya 625 BZ) 22 sal.

Dema Skîtîyan – (625 heya 597) Skîtîyan yek sal dest danîn ser Medya

Xeşterîtê – (624 heya 597 BZ) 27 sal.

Hewxşter – (597 heya 585 BZ) 12 sal.

Ejî Dehak – (585 heya 549 BZ)36 sal.

Têngîz Sîabendî

22.01.2016 

Çavkanî

1) Kurden in der Bibel, VON DOUGLAS LAYTON, 1999 Servant Group International

2) Xaçatûr Abovyan “Kurd” “Êzdî”

3) Wîkîpêdîya

4) Bîblîya

Bersivekê binivîsin