Di Felsefeya Dibistana Stoa de Serbestiya Hindûrîn

Di Felsefeya Dibistana Stoa de Serbestiya Hindûrîn

Di Felsefeya Dibistana Stoa de Serbestiya Hindûrîn

Di dibistana felsefî ya Stoayê de, ramana bingehîn, serbestiya hindûrîn ya mirova ye û meriv dikare vê felsefeyê jî, wekî felsefeyeke ehlaqê biwesfîne. Li gor felsefeya Stoayê: Armanca etîkê sikûneta rih e, gihêjtina serbestiya hindûrîn e û ne hewce ye ku meriv, bi nirxên sosyal re mijûl bibe. Lêbelê jiber ku mirov di civakekê de dijîn, divê ew wezîfeyên xwe jî bi cih bînin. Mirovên zana ji ber ku xwediyê ‘rihê gerdûnî-nefesa germ’ in, ew ne hewcedarê ti kesî ne û ji guherînên sosyal jî ketumet nabin. Jiber ku ‘logos-rihê gerdûnê-sempatiya tevahî’ li cem hemû mirovan heye, hemû mirov xwediyê mafên wekhev in û edaleta tekane ya rasteqîn jî, ‘dewleta dinyayê’ ye.

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
02.04.2016

(Çavkanî: Dîroka Felsefeyê – Ali Gurdilî)

Bersivekê binivîsin