Hêza Evînê

Hêza Evînê

HÊZA EVÎNÊ

     Kulîlka bihuştê ya herî bedew û xweşik, kulîlka evînê ye. Evîn miraz e, merem e, xwestin e. Eger evd evîndar nebe, li pey mirazê xwe neçe, nikare karê pîroz jî bike.(Eskerê Boyîk, Bahoz)

     Evîn, hezkirina tiştekî yan jî kesekî ya di asta azwerî, dilsozî û sedeqatê da ye. Bi rastî jî mirovên evîndar ji bo bighîje meqsed û mirazê xwe çi ji destê wî/ê bê dike û wisa ye ku mirinê jî dide ber çavê xwe. Wekî Memê Alan. Gelo Mem li dû evîna xwe neçûna wê bigihişta roja me, wê nav û dengê wî wiha belav bibûna? Ew pira ku di nav dilê Mem û Zînê da hatibû avakirin, navê wan herdûka bi tîpên zêrîn li ser rûpelên dîrokê nivîsand. Her wekî wan ku em dinêrin ji bilî wan Sîyabend û Xecê, Leyla û Mecnun, Romeo û Jûlîet û em dikarin hê van mînaka zêde bikin, ji ber evîn û hezkirina wan a paqij, xwerû, safî û bêsînor navê wan nemir bûye.

     Lê gelo evîn tenê di nav du kesa da diqewime? Bi tenê jihevhezkirina du kesa ye? Naxêr!

     Awê ku tê zanîn bi gelemperî evîn wekî du bêşa tê dabeş kirin: Evîna Beşerî û Evîna Xwedayî. Lê bi a min ev pênase, wate ya evînê teng û heps dike. Lewra ku em dinêrin, em dibînin ku evîna her tiştî li ser rûyê erdê heye. Wekî ku dilê Narkîssos dikeve wî û dibe evîndarê xwe. Ji bilî vî, evîna xweza û sirûştê , evîna gerdûnê, evîna ilm û zanistê û evîna hwd. tê dîtin.

     Nexwe ji ber vî em dikarin bibêjin nemir Ehmedê Xanî evîndarek mezin bû. Evîndarê welat, ax, çand, ziman û dîroka gelê xwe bû. Ji ber vê evîna wî, wî karên pir pîroz kiriye û van karê wî yê birûmet û pîroz xwe gihandine roja me.

     Gelo ma Ebûlîze Îsmaîlê Cizîrî el Kurdî jî ne evîndarek bû? Gava ku em dinêrin, em dibînin ku Ebûlîze Îsmaîlê Cizîrî el Kurdî ji bo evîna xwe, heta piçek hêz di laşê wî da mabû jî xebatên bêhempa kiribû. Gelo ma dilketiya Ebûlîze Îsmaîlê Cizîrî el Kurdî ne ilm û zanist bû? Wî çi kiribû û çi nekirîbû ji bo evîna xwe. Hema em dikarin bibêjin ku wî jiyana xwe li serê dabû. Bingehê robotîk û sîbernetîkê avêtibû û bi dehan karê pîroz  û birûmet diyariyê dilketiya xwe kiribû û van hemû karên pîroz bêgerew û bêbergîdan kiribû.

     Nexwe em dikarin bibêjin ku Thomas Alfa Edison jî evîndarek ku li ser dilketiya xwe dimire bû. Belê ku em li kar û xebatê wî binêrin û şevê wî yê bêxew û fidakariya wî ya ji bo dilketiya xwe kiriyê bînin ber çavên xwe, em dikarin bibêjin ku Thomas Alfa Edison jî evîndarek mezin bû. Û wî jî pîl û ampûlê îcat kir û diyariyê dilketiya xwe kiribû.

     Wekî van evîndara em dikarin bi hezara evîndara bijmêrin. Ê  ku dilê wî/ê di wêje yê da bû, ê ku dilê wî/ê di çand û folklorê da bû, ê ku dilê wî/ê di helbest, ilm, zanist, xweza, xwedê û hwd. da bû.

     Lê sed heyf û mixabîn di roja me da sînorên evînê hatine kifş û teng kirin ku hema hema meriv dikare bibêje pirî mirov wekhev difikirin di derheqê evînê da. Bi gelemperî gava ku qala evînê tê kirin pirî kes evîna beşerî fehm dikin û dest bi gilî û gazina dikin ku mirovê evîndar naçar û belengaze û li hember evînê tim û tim têk diçe û tim hefsar di destê evînê da ye. Evîn wî/ê bi kuder va biajo ew kes wekî pelê payîzê, yê ku li ber bayê bi virda û bi wirda diçin  û tên e. Û dibên ka mirov dikare çi bike? Çavên evîndar , ji ber hezkirina bêsînor a dilketiya/ê xwe ti tiştek nabîne û wekî ku mêjî yê wî/ê çeliqî be bêhiş ketiye.

     Friedrich W. Nietzsche wiha dibêje di derheqê evîndarê xwediyê evîneke beşerî da:

     “Mirovê ku evîndare ne kesê ku hezdike ye; bi rastî ew dixwaze ku bi teqezî bibe xwediyê dilketiya/ê xwe . hemû daxwaziyê/a wî/ê razber kirina dilketiya/ê xwe ya ji cîhanê ye. Rihê wî/ê wekî ejderhayê ku goyîn digre li ber zêrê xwe namerde. Ji cîhanê filan heznake, li dijî vî li hember hemû candarên din, di nav guhnedêriyekê da ye.”

     Belê bi rastî jî di roja me da em van kesa dibînin. Ax kekê F.W. Nietzsche! Te van peyva nêzikî sed û sîh sal berê gotiye ku ez bawerim sedeqat û hezkirina xwerû ya evînê wê demê ji ê aniha çêtirbûne. Gelo tu di dema me da bijiya yî te yê çi bigota û çi negota! Lewra di roja me da tu evîndarê kumreş û dexes nabînî! Ma tu yê kesê ku ji goya li ser  dilketiya/ê xwe dimirin lê gava ku dilketiya/ê wan dixaze ji wan biqete wê/î dikujin nabînî! Ma qey tu yê kesê ku pêwendiya dilketiya/ê xwe ya ji cîhanê û bi herkesî ra qut dike nebînî! De ka ez çi bêjim. Tu çi bifikirî diqewime di roja me da. Ji bo ku evîndar dilketiyê/a xwe bi dest bixin û awê ku te gotiye bi teqezî bibin xwediyê wê/î tiştê nemayî dikin.

     Lê gava ku em li evîndarê ku ne xwediyê evîneka beşerî dinêrin, em leqayê rewşeka din dibin. Lewra ev kes; belê ji dilketiya/ê xwe hezdikin û ji bo wê/î dimirin lê ti carî naxwazin ew bimre û yan jî wê bikujin. Ew bi xwe dibin dîl û esirê dilketiya/ê xwe ne ku ew wê/î ji xwe ra bikin dîl û esir. Ew wekî evîndarê evîna beşerî pêwendî û têkiliya dilketiya/ê xwe bi tu kesî û bi ti tiştekî ra qut nakin. Lewra ew dixwazin xweşikî, başî, sûd û hêza wê/î nîşanê herkesî û hemû cîhanê bidin.

     Wek mînak em dikarin bibêjin Ehmedê Xanî ji bo evîna xwe ; yanî ji bo gelê xwe hertiştî kir û hetanî di dawiyê da ji canê xwe bû. Wî nexweste ku evîna xwe heps bike û pêwendiya wê ji hertiştî qut bike û ew bi tikûtenê jê hezbike. Wî evîna xwe bi me teva da hezkirin.

     Cemîl Merîç dibêje; “ku tu dixwazî cemedê Cemsera Bakûr bihelînî, divê pêşî tu bi xwe bişewitî.”

     Belê bi rastî jî gava ku em li nemir Ehmedê Xanî dinêrin, ew ji kerbê vê evîna xwe şewitîbû. Em dikarin bibêjin Ebûlîze Îsmaîl Cizîrî el Kurdî jî, Melayê Cizîrî jî, Feqîyê Teyran jî, Mestûre Erdelanî jî, Thomas Alfa Edison, Albert Einstein jî … û bi hezara kesê din jî evîndarê wekî Ehmedê Xanî bûn. Lewra;

     Evîn agire û bi pûşê dilan dikeve. (Jan Dost)

     Wan kesa tevekî jî di agirê evîna xwe da dişewitîn. Lê ne ku agir û xezeba xwe bi serê kesên din da bireşînin.

     Evîn zeryayeka wisa bêserûbine ku, ne destpêka wê û ne jî dawiya wê heye. (M.C Rûmî)

    Van kesa tevekî xwe noqî binê vê zeryayê kiribûn.

    Gelo ka em çiqas diwêrin xwe noqî vê zeryayê bikin û yan jî gelo çirûskê hezkirinê di dilê me da maye yan na?

    Emre MÛHARGÎNÎ

    22.04.2016

Bersivekê binivîsin