Utopya

Utopya

Utopya

Utopya modeleka civakê ye ku ji aliyê ramanweran ve di hiş de hatiye pêşnûmakirin. Pêk anîna wê ne gengaz e “bêîmkan e” û modêleka civakek bêkêmasî ye, modêla civakek xiyalî ye. Hinek ramanweran, bandêra dewletên xwe rexne kirine û bi vî awayî utopya, wek ramaneke derketiye holê. Helbet mirov dikare bibêje ku, ji ber kêmasî û tengasiyên bandêrên wê demê, ramana utopyayê derketiye holê. Mirov dikare utopyayan bike du beş û wiha şirove bike. 

A– Utopyayên ku têne xwestin

B– Utopyayên tirsê.

A- Utopyayên ku têne xwestin

Di van utopyayan de wiha tê xwestin ku, mirov şad û bextewar bijîn û vê yekê vedibêjin.

1- “Dewleta” Platon

Di dewleta Platon de civak, ji 3 çînan pêk tê. Karkerên ku erdema wan xebat e, leşkerên ku erdema wan wêrekî ye û rêveberên ku erdema wan edalet e. Di vê utopyayê de dewlet di heman demê de wek saziyeke perwerdehiyê jî kar dike. Hemwelatiyên dewleta Platon, li gor hegînên xwe têne hevotin û dibin xwedîkar. Di dewleta Platon de ji bo leşker û rêveberan, malhebûn “mulkiyet- serwet” qedexeye.

2- “Bajarê Xwedîerdem” ya Farabî

Farabî, ji ramanên Platon ketumet bûye. Di vê Utopyayê de behsa dewletek îdeal dike û wiha dixwaze ku civak ji layê mirovên xwedîerdem ve were birêvebirin. Li gorî Farabî, rêveber divê ku ji Xwedê bawer bikin, rastgo, jîr, ne bênefs, dilnizm û ji layê rih ve zexim bin.

3-“Utopyaya” Thomas Moure

Thomas Moure di Utopyaya xwe de civakeke bêçîn pêşnûma kiriye ku di vê civakê de mulkiyeta taybet tune û prensîba wekhevîyê serwer e. Moure wiha bawer dike ku, çavkaniya bêedaletî, xirabî û bedbextiyê, mulkiyeta taybet e. Li gorî Moure dewlet, divê demokratîk be û rêveberên dewletê jî, divê ji layê hemwelatiyan ve werin hilbijartin. Di vê dewleta utopîk de pere “dirav” nayê bikar anîn, lê di dewsa peran de mal têne takas kirin.

4- “Welatê Rojê” ya Campanella

Campanella di vê berhema xwe de dewletek îdeal pêşnûma kiriye. Rêveberên dewletê fîlozofên olî ne, ku jig elek aliyan ve baş hatine perwerdekirin. Hemû mirov, bi hevdu re xwediyê hemû tiştî ne. Mulkiyeta hevpar serwer e. Mirov di rojê de 4 seetan dixebitin. Dema mayî jî, ji bo huner, xwendin, nivîsandin û bêhnvedana ruhên xwe vediqetînin.

5- “Atlantîsa Nû” ya Francis Bacon

Bacon di vê berhema xwe de, civakeka ku li ser temelê zanistê hatiyê avakirin pêşnûma kiriye.

B- Utopyayên Tirsê

Di van utopyayên tirsê de armanc ew e ku şexs, li hember zordestiyên bandêrên ne demokratîk werin hişyar kirin. Ji rewşa civakên îroyîn, rewşa civakên pêşerojê tê pêşnûmakirin.

1- “Dinya Nû” ya Alex Huxley

Huxley di vê utopyeya xwe de ji hêla zanist û teknolojîyê ve, behsa civakeke gelek pêşketî dike. Mirov, li gor pêdiviyan kargehan têne hilberandin û li navendên taybet têne xwedî kirin. Malbat û zewac, ji holê rabûye. Taybetmendiyên kulturî û bîra dîrokî, ji holê hatiye rakirin. Ji ber vê yekê jî, gelek caran mirov ji rê derdikevin û xwekuştin gelek zêde ye.

2- “1984” a George Orwell

Di “1984” a George Orwel de rêveberiyên zordest, têne rexne kirin. Di vê utopyayê de zordestiya dewletê pirr dijwar e û heta tê wê radeyê ku, mirov hişê xwe winda dikin. Mirov dikare bibêje ku utopyayên ku têne xwestin û utopyayên tirsê jî, alternatîva bandêra siyasî a ku heye, têne dîtin…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin