Mal û Texlîdên Mal
Mal û Texlîdên MalJi hemû heyînên xwezayî re ku xwedîyê taybetmendîya pêkanîna hewcedarîyên mirova ne (hewa, av, ax, kevir, dirext, berbes û hwd.) re, mal tê gotin. Di heman demê de yên ku bi rêya van heyînan têne hilberandin jî, mal in. Mînak: Xanî, trimbêl, cil, pêleyîstik, derman, kaxez, pênûs û hwd.Texlîdên Mal1- Malên Serbest
Malên ku ne ji alîyê mirovan ve hatine hilberandin in. Tu nirxeka wan ya ekonomîk tune, rasterast nayên kirîn an jî firotin. Lê hem ji bo mirovan û hem jî ji bo zindîyên din, xwedîyê girîngîyeke mezin in. Mînak: Vejena Rojê, hewa, behr, ax û hwd.
2- Malên Ekonomîk
Malên ku nirxeka wan ya pevguhêranê heye û di dema hilberandinê de di ber wan de ked û çavkanîyek tê bikaranîn.
Malên Ekonomîk Du Texlîd in
1- Malên Serfkarîyê: Malên ku hewcedarîyên mirovan rasterast pêk tînin in.
Li Gor Dema Bikaranînê Du Texlîd in
a- Malên Serfkarîyê Yên Zexim
Malên ku dema bikaranîna wan dirêj e. Sarincok, makîneya cilşûştinê, traxtor, trimbêl û hwd.
b- Malên Serfkarîyê Yên Ne Zexim
Malên ku di demeka kurt de têne serfkirin. Lê ji bo parastin û berdewamkirina jiyana bîyolojîk û sosyo-kulturî, girîng in. Mînak: Nan, şîr, mêwe, zebze, goşt, çay, kaxez, pênûs, pîl û hwd.
2- Malên Hilberînê
Malên ku pêdivîyên mirovan nerasterast pêk tînin û wek malên navbeynê têne binavkirin in. Makîne, febrîqe, hesin, pola û hwd.
Têbinî: Maleke ekonomîk, dibe ku carinan hem malê serfkarîyê û hem jî, malê hilberînê be. Mînak: Lîmonek dema ku ji bo selateyê were bikaranîn, malê serfkarîyê ye. Lê hege ev lîmon ji bo çêkirina lîmonatayê were bikaranîn, wê demê jî malê hilberînê ye.
Ali Gurdilî
info@felsefevan.org