Kûrsiyê Mamoste
Kûrsiyê Mamoste…
Di dersê felsefeyê de rojekî mamoste kursîyeke derdixe ser maseyeke û ji xwendekaran re wiha dibêje: -Kesê ku tunebûna vî kursîyî ji min re îsbat bike/bipeyîtîne, ez ê notekî pir baş bidim wî/wê.
Xwendekareke zîrek û çalak, hema wê qêlîyê tilîya xwe ber bi jor ve hildide û dibêje: -Kîjan kursî mamoste?
Têbinîyek: Felsefevanek, di warê hebûn an jî tunebûına tiştekî de heta ku nekeve niqaşê, hebûna wî tiştî napejirîne. Duvre, li ser çavkaniya wî tiştî dikevine niqaşê… Di çîrokê de jî, armanca gotinê ev e: Mamoste berîya her tiştî divê hebûna wî kursîyî ji zarokan re bipeyitîne…
Ali Gurdilî
info@felsefevan.org
Ger çavkaniya malperê neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…